Hewlêr (Rûdaw) - Demançeyên ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Lûtkeya NATOyê de wekî diyarî dabûn serok û serkirdeyên hevpeymaniyê li Ewropayê bûn rojev.
Piştî Serokwezîrê Brîtanyayê, niha li Belçîkayê jî ji ber demançeyan aloziyeke hiqûqî derket û polîsên balafirgehê dest danî ser demançe û guleyên wê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Lûtkeya 36emîn a Serokên NATOyê de ku li Enqereyê hat lidarxistin demançeyên taybet ên cureyê Revolver diyarî mêvanên xwe kiribûn.
Li ser wan demançeyan navên serokên welatên NATOyê hatibûn xêzkirin lê dema serok vegeriyan welatên xwe, diyariya Erdogan li welatên wan rastî astengiyên yasayî hat.
Polîsan dest danî ser demançeya Serokwezîrê Belçîkayê
Li gorî nûçeyên di medyaya Belçîkayê de cih girtine, Serokwezîrê Belçîkayê Bart De Wever dema ji Enqereyê vegeriyaye welatê xwe qutiya diyariya Erdogan vekir.
De Wever dît ku di nav qutiyê de demançeyeke Revolver ya ku navê wî li ser hatiye nivîsandin û qutiyeke guleyên wê hene.
Ji ber ku li gorî yasayên Belçîkayê anîna çekan a bi vî awayî qedexe ye, Serokwezîr neçar ma ku diyariya Erdogan radestî polîsên balafirgehê yên li Baregeha Asmanî ya Melsbroekê bike.
Tevî ku rayedarên Tirkiyeyê li ser diyariyê diyar kiribû ku ev çek "diyariya serokkomar e" û di çarçoveya protokola dewletê de ye lê polîsên Belçîkayê ev hincet qebûl nekir.
Polîsan destnîşan kir ku veguhastina her cure çekan di qadên transît ên balafirgehê de bêyî destûra taybet qedexe ye.
Ev yek wekî binpêkirina rêkarên ewlehiyê hat dîtin.
Keir Starmer nekarîbû bibe welatê xwe
Beriya vê bûyerê, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû mabû.
Keir Starmer ragihandibû ku ji ber rêkarên tund ên yasayî yên Brîtanyayê yên li ser hawirdekirina çekan, wî nekarîye wê demançeya ku Erdogan diyarî wî kiriye bi xwe re bibe Londonê.
Serokwezîrê Brîtanyayê neçar ma ku diyariya xwe li Enqereyê bihêle.
Serokwezîrê Almanyayê demançe radestî balyozxaneyê kir
Derket holê ku rewşeke bi heman rengî bi serê Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz jî hatiye.
Li gorî nûçeya Die Weltê, Friedrich Merz demançe radestî Balyozxaneya Almanyayê ya Enqereyê kiriye.
Armanc ew e ku çek bi awayekî guncav were hawirdekirin û pişt re li koleksiyona diyariyên fermî were zêdekirin.
Global Affairs Canadayê jî piştrast kir ku demançe diyarî serokên NATOyê hatine kirin.
Kanadayê ragihand ku ew çeka ku dane wan, ji bo ku êdî nikaribe guleyên rasteqîn biavêje, radestî Polîsên Siwarî yên Şahane yên Kanadayê hatiye kirin ku were jinavbirin.
Krîza protokola demançeyan
Ev her 2-3 bûyer di medyaya navneteweyî de wekî "krîza protokola demançeyan" hatin binavkirin.
Vê yekê nîqaş li ser hevahengiya di navbera tîmên protokolê yên welatan de zindî kirin.
Heta niha li ser van nûçeyan ji aliyê Serokkomariya Tirkiyeyê ve ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.
Taybetmendiyên Revolverê çi ne?
Revolver cureyekî çekên destan e ku taybetmendiya wê ya herî sereke sîlîndira wê ya ku dizîvire ye.
Berovajî demançeyên nîv-otomatîk, Revolver guleyan di hundirê sîlîndireke ku dizîvire de dihewîne.
Kengî mirov li tetikê dixe, ew sîlîndir dizîvire û guleya nû tîne ber lûleya çekê.
Mînakên yekem ên Revolveran di sedsala 16an de hatine dîtin lê modela herî serkeftî sala 1836an ji aliyê Samuel Colt ve hat patentkirin.
Piştî vê dîrokê, Revolver di nava artêş û polîsan de, bi taybetî li Amerîkayê bû çeka herî populer.
.webp&w=3840&q=75)


