Hewlêr (Rûdaw) – Li Almanyayê îsal ji ber germahiya zêde 5 hezar û 120 kes mirine ku piraniya wan û pîr û kal in.
Enstîtuya Robert Kochê (RKI) li ser mijarê raporek belav kir û destnîşan kir ku hewaya germ a li Almanyayê bûye sedema zêdebûna hejmara miriyan.
Raporê eşkere kir ku pêla germahiyê ya dawiya meha hezîranê gihîştiye "astên rekor."
Hat diyarkirin ku ji hefteya 15an heta hefteya 26an a sala 2026an, li Almanyayê ji ber germahiya zêde nêzîkî 5 hezar û 120 kesî mirine.
Piranî pîr û kal in
RKIyê anî ziman ku bi taybetî kesên pîr û kal ji germahiya zêde bibandor bûne.
Li gorî raporê, heta 28ê Hezîranê ji wan kesên ku ji ber germahiyê mirine, 2 hezar û 950 kes di ser 85 saliyê re bûne.
Her wiha di koma salên 75-84an de hezar û 320 kes û di koma salên 65-74an de jî 550 kes mirine.
Hejmara kesên di bin 65 saliyê de jî wekî nêzîkî 300 kesî hatiye tomarkirin.
Li gorî rapora RKIyê ya ku 2yê Tîrmehê ji bo hefteyên 15-25an ên 2026an hatibû belavkirin, di nava wê demê de nêzîkî 810 kesan mirine.
Lê raporên nû eşkere kir ku di navbera 22-28ê Hezîranê de ango di wê hefteya ku germahî herî zêde bû de, 4 hezar û 310 kes mirine.
Pêla germahiyê ya ku di vê demê de li Ewropayê bi bandor bû, li Almanyayê jî xwe nîşan da.
28ê Hezîranê li navçeya Coschenê ya bajarokê Neissemundeyê yê herêma Oder-Spreeyê ya eyaleta Brandenburgê germahî wekî 41,7 pile hat pîvan û rekora germahiyê hat şikandin.

.webp&w=3840&q=75)

