Hewlêr (Rûdaw) - Di şewata daristanê ya li herêma Endulusê ya li başûrê Spanyayê de herî kêm 11 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Şewat, li daristana nêzîkî Los Gallardosê ya parêzgeha Almeriayê belav bû.
Şahidên bûyerê îdia kir ku şewat ji ber xeteke elektrîkê ya ku qulibiye derketiye lê rayedaran li ser sedema şewatê hîn ti daxuyaniyên fermî nedane.
Nêzîkî 150 agirkuj ji bo kontrolkirina şewatê dixebitin.
Hikûmeta herêma Endulusê ragihand ku termên kesên mirî li gundê Bedarê yê nêzîkî Los Gallardosê û derdora wê hatine dîtin.
Wezîrê Tenduristî û Rewşên Bilez ê Endulusê Antonio Sanz got ku şewat "aloz û gelekî bi lez" bi pêş ve diçe û diyar kir, dibe ku piraniya wan an jî hemû kesên mirî biyanî bin.
Antonio Sanz da zanîn ku 4 kes di otomobîla xwe de asê hatine dîtin.
Ji ber ku dîreksiyona otomobîlê li milê rastê ye, tê nirxandin ku dibe ku ev kes "bi eslê xwe Îngilîz" bin.
Ji ber şewatê hinek rê hatine girtin, tîmên rewşa bilez ragihand ku nêzîkî hezar kesî hatine dûrxistin.
Hat eşkerekirin ku Yekîneya Rewşa Bilez a Leşkerî ya Spanyayê jî dê beşdarî xebatên vemirandinê yên li Los Gallardosê bibe.
Ewropa li dijî pêla hewaya germ têdikoşe
Şewata li Spanyayê, di dema pêla hewaya germ de derket ku bandor li başûrê Ewropayê kiriye.
Li herêmê pileya germahiyê nêzîkî 40 pileyî dibe.
Li Fransa, Portugal û Spanyayê li dijî gelek şewatan têkoşîn tê dayîn.
Li Spanyayê sala borî 393 hezar hektar qad şewitî û li gorî Pergala Agahdariya Şewata Daristanan a Ewropayê ev hejmar ji 6 qatî zêdetirî navîniya salên 2006-2024an bûye.
Pispor destnîşan dikin ku krîza avhewayê li Ewropayê germahiya havînê zêde dike.
Ev krîz hişkesaliyê kûrtir dike û şewatên daristanan tundtir dike.


.webp&w=3840&q=75)
