Hewlêr (Rûdaw) - Dmitriy Peskov ragihand ku aliyê Ukraynayê ji bo çareserkirina krîzê ya bi rêyên aştiyane bê daxwaz e û got, "Rûsya ji bo ku bi rêya dan û standinên aştiyê bigihêje armancên xwe, vekirî ye."
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov li Moskowa paytexta Rûsyayê bi rojnamegeran re li ser mijarên di rojevê de axivî.
Dmitriy Peskov diyar kir ku ew alîgirê çareseriya aştiyane ya krîza Ukraynayê ne û got:
"Rûsya ji bo ku bi rêya dan û standinên aştiyê bigihêje armancên xwe, vekirî ye.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî ji bo vê yekê amade ye."
Peskov destnîşan kir ku Ukrayna naxwaze pêvajoyê bi rêyên aştiyane bimeşîne û wiha axivî:
"Di rewşeke ku Kîev ji bo çareseriya aştiyane bê daxwaz be de em dê operasyona xwe ya taybet a leşkerî bidomînin.
Dema ku aliyê Ukraynayê hewl dide aloziyê zêde bike, em jî li Ukraynayê qada ewlehiyê berfireh dikin."
Metirsiya li ser Santrala Zaporijyayê
Peskov bal kişand ser êrişên artêşa Ukraynayê yên li Santrala Enerjiya Atomî ya Zaporijyayê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye.
Peskov tekez kir ku ev yek gelekî metirsîdar e û diyar kir ku ew di vê mijarê de bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (UAEA) re di nav pêwendiyê de ne.
Peskov ragihand ku hîn di navbera Putin û Serokê Amerîkayê Donald Trump de pêwendiyeke telefonî çênebûye lê pêwendiyên wan bi aliyê Amerîkayê re didomin.
Peskov li ser pirsa derbarê nûçeyên medyaya Tirkiyeyê ku dibêjin "Tirkiyeyê ji bo ji cezayên Amerîkayê rizgar bibe S-400 firotine" got:
"Ev mijareke gelekî hestyar e. Di vê mijarê de pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re çêbûn.
Em dê bi aliyê Tirkiyeyê re pêwendiyên xwe yên li ser vê mijarê bidomînin."
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

