Hewlêr (Rûdaw) - Senarîst û lîstikvanê Kurd Murat Çîçekê ku li bajarê Kawaguchiyê yê Japonyayê dijiya li navendeke desteserkirinê mir.
Murat Çîçek 25ê Hezîranê qezayeke trafîkê kir ku tenê zerera aborî çêbûbû. Piştî bûyerê polîsên Japon ew girt û bir qereqola Takaoyê ya li bajarê Hachiojiyê.
Li qereqolê dest danîn ser telefona wî û nehiştin bi hevalên xwe re biaxive.
Hevalên wî sê caran çûn qereqolê lê polîsan ji bilî agahiya desteserkirinê ti agahiyên din nedan wan.
Nûçeya mirinê piştî 5 rojan gihîşt
Li gorî nûçeya “Medyascope”yê, malbata Çîçek a li Almanyayê 8ê Tîrmehê bi mirina wî hesiyaye.
Karmendekî konsulxaneya Tirkiyeyê ya li Japonyayê telefonî malbatê kiriye û ragihand ku Murat Çîçek miriye.
Karmendê konsulxaneyê diyar kiriye ku li gorî agahiyên rayedarên Japon, Murat Çîçek 3yê Tîrmehê miriye lê belê sedema mirina wî nehatiye eşkerekirin. Malbata Çîçek ji bo kar û barên cenaze çû Japonyayê.
Amadehiya vegerê dikir
Malbata wî ragihand ku Murat Çîçek amadehiya vegera li bajarê xwe Colemêrgê dikir û plan dikir ku îlonê vegere.
Hevalekî wî got ku Murat berî were desteserkirin gotiye: "Ez dê bixwazim ku min rasterast bişînin Tirkiyeyê."
Banga ji bo lêkolînê
Civaka Kurd a li Japonyayê bangî rayedaran dike ku mirina Murat Çîçek bi awayekî zelal were lêkolînkirin û berpirsiyar werin eşkerekirin.
Çalakvanên Japon jî balê dikişînin ser dijminatiya li dijî Kurdan a ku li wî welatî zêde bûye û daxwaza lêpirsîneke zelal dikin.
Murat Çîçek
Murat Çîçek li Colemêrgê ji dayîk bûbû. Li Tirkiyeyê di gelek karan de xebitîbû û demekê li BKMyê lîstikvanî û senarîstî kiribû.
Çîçek par bi fîlma "Minna, Oshaberi!" beşdarî Festîvala Fîlman a Tokyoyê bûbû.
Di fîlmê de behsa pêwendiya du kesên ker û lal dihat kirin ku yek Japon û yek jî Kurd bû.



