Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku wî ferman daye ku di egera suîqestekê de, Îran "baceke ku di dîrokê de nehatiye dîtin" bide.
Trump ragihand ku birêvebiriya Tehranê daxwaza diyalogê kiriye lê Washingtonê ji wan re gotiye ku agirbest nemaye.
“Agirbest nema”
Donald Trump îro li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û li ser rewşa dawî ya pêvajoyên dîplomatîk û leşkerî yên li gel Îranê agahî dan.
Trump di parvekirina xwe de got, "Komara Îslamî ya Îranê ji me xwest ku 'gotûbêj' berdewam bikin. Me jî qebûl kir lê Amerîkayê bi rengekî gelekî zelal ji wan re ragihand ku agirbest nemaye."
“Min ferman daye”
Trump di heman rojê de ji rojnameya New York Postê re jî axivî.
Wî li ser “planên suîqestê yên Îranê” yên li hemberî xwe daxuyaniyên tund dan.
Trump diyar kir ku ew demeke dirêj e di lîsteya hedefan a Îranê de ye û ji bo egera suîqestê "fermanên taybet" amade kirine û got:
"Heke tiştek bi min bê, min ferman daye ku wan bi tundiyeke wisa bombebaran bikin ku di dîrokê de mînaka wê tune be.
Îran dê baceke wisa bide ku dê bi temamî were tunekirin."
Trump her wiha qal kir ku Îsraîlê vê hefteyê planeke nû ya suîqestê ya Tehranê eşkere kiriye û anî ziman ku ev ne rewşeke nû ye û Tehran bi salan e dixwaze wî bikuje.
Trump çarşemê di dema Lûtkeya NATOyê ya li Enqereyê de jî birêvebiriya Îranê kiribû hedef.
Trump cara yekem li wir gotibû ku agirbest xelas bûye û wiha axivîbû, "Ez êdî naxwazim bi wan re bibim mixetab, ew bêqîmet in."
Piştî van daxuyaniyan, li bazarên cîhanê bihayê petrolê ji sedî 5 bilind bûbû.
Trump serokên Îranî wekî "mirovên nexweş û wehşî" bi nav kirin û got, "Heke çekên wan ên nukleer hebûna, wan dê bi kar bianiya. Ji perspektîva min agirbest bi dawî bûye."



