Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Nûnerê Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Tammy Bruceyê ragihand ku Washington rêya dîplomatîk a ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Îranê re baştir dibîne.
Tammy Bruceyê diyar kir ku ew di heman demê de "amade ne ji ber wan karên ku li ser aştî û ewlehiya navneteweyî dibin gef ji Îranê hesab bipirsin."
Tammy Bruce di civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û got:
"Em hêvîdar in Îran vegere ser bicihanîna pêbendiyên xwe û bi awayekî cidî beşdarî dan û standinan bibe ku em bigihîjin peymana dawî."
Bruceyê amaje pê kir ku her çend deriyê diyalogê vekirî be jî ew nikarin bi Tehranê re gotûbêjan bikin dema ku ew pêbendiyên destpêkî bin pê dike û êrişî armancên sivîl dike.
Êrişên li Tengava Hurmizê
Ev daxuyaniyên Bruceyê piştî wê yekê tên ku Amerîkayê hefteya borî çend caran êrişî Îranê kir.
Ev êriş wekî bersivekê bûn ji bo bombebarankirina çend keştiyan a li Tengava Hurmizê ku ji aliyê Tehranê ve hatibû kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandibû ku Washingtonê razîbûn nîşan daye ku dan û standin bidomin lê belê Trump diyar kiribû ku wan ji Tehranê re ragihandiye ku ew agirbesta li gorî peymana lihevtêgihiştinê ya di navbera her du welatan de bi dawî bûye.
Alîkara Nûnerê Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî anî ziman ku Îranê hefteya borî hinek tişt kirine ku li dijî naverok û ruhê lihevtêgihiştina her du welatan e.
Wê ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku bi temamî çavdêriya dosyeya atomî ya Îranê bike û tekez kir ku Tehranê yasayên navneteweyî bin pê kirine.
Li aliyê din, hevpeymanên Amerîkayê piştgiriya xwe ya ji bo wê helwestê nîşan da.
Nûnerê Fransayê Jerome Bonnafont li ser êrişên vê dawiyê yên Îranê yên li Rojhilata Navîn got ku ew "nayên qebûlkirin" û da zanîn:
"Em dê bi hemû hevparên xwe re kar bikin ku em çareseriyeke dîplomatîk a berdewam bibînin.
Divê em dilniya bin ku Îran ti carî nabe xwediya çeka atomî."



