Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza bi ser Elî Ensarî yê bazirganê Îranî û torekê de sepand ku bi spîkirina pereyan tê tohmetbarkirin.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê da zanîn ku Elî Ensarî ji bo Rêberê Dînî yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî û Supaya Pasdaran a Îranê dixebite.
Wezaretê doh eşkere kir ku Elî Ensarî sîstemeke birêxistî ji bo sûdwergirtina ji samana giştî ya Îranê ava kiriye.
Wî ew pereyê ku ji bo projeyên xizmetguzariyê hatiye terxankirin, ber bi hesabên xwe yên bankê, ofîsa Rêberê Îranê û Supaya Pasdaran ve biriye.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent li ser vê mijarê ragihand:
"Wezareta Xezîneyê dê hemû amûrên xwe bi kar bîne ku Rêber û elîta desthilatê ji sîstema darayî ya cîhanî qut bike.
Em vê samanê ji bo gelê Îranê diparêzin."
Elî Ensarî welatiyekî Îranî ye, li Dubaiyê dijî û xwediyê berê yê Banka Ayendeyê ye.
Deynên bi milyaran dolarî
Li gorî rapora Wezareta Xezîneyê, Ensarî bi rêya Banka Ayendeyê û bi piştgiriya Banka Navendî ya Îranê deynekî gelekî mezin daye şirketên xwe.
Ev bûye sedema çêbûna deynên bi milyaran dolarî û bilindbûna rêjeya enflasyonê ya li Îranê.
Ensarî bi rêya şirketa Smart Global Limitedê ku navenda wê li giravên Saint Kitts û Nevisê ye, bi milyonan dolar ji samana Îranê di sektora xaniyan û bazirganiya Almanya, Luksemburg, Spanya, Brîtanya, Qibris û Îmaratê de veberhênan kiriye.
Her çend ev milk li ser navê Ensarî bin jî, li gorî wezaretê, sûdmendên dawî Mucteba Xamineyî, malbata wî û fermandarên pilebilind ên Supaya Pasdaran in.
Li gorî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, pêngava Amerîkayê 3 ofîsên sereke yên guhertina diravan ên Îranê kirine armanc.
Ev ofîs salane bi milyaran dolarî ji bo bankên Îranê yên ku ceza li ser wan hene vediguhêzin:
Ofîsa Mihemed Derbanî û hevparên wî: Mihemed Derbanî, Şukûfe Rostem Abadî û Zehra Serşarî berpirsên vê torê ne. Wan bi sedan milyon dolar ji bo bankên Îranê spî kirin.
Ofîsa Lewasanî û hevparên wî: Ehmed Newayî Lewasanî û Emîr Newayî Lewasanî bi gelek bankên cezakirî yên wekî Banka Milî, Saderat, Sîna, Şehr, Îqtîsad Newîn, Pasargad û Mîletê re peyman çêkirine. Wan heta destpêka sala 2026an bi sedan milyon dolar ji bo wan bankan veguhast.
Ofîsa Muhsîn Xendan û hevparên wî: Muhsîn Xendan û Elî Esxer Xendan zêdetirî 117 milyon dolaran ji bo bankên Parsiyan, Sipeh, Seman û Tîcaretê veşart.
Samanên wan tên cemidandin
Her wiha ceza li ser du şirketên bi navên "CDM Trading Limited" a li Hong Kongê û "Naba Alzaki Raw Materials Trading" a li Îmaratê hat sepandin.
Ev şirket wekî beşek ji tora darayî ya Rêberê Îranê ji bo veşartina dan û standinên neyasayî hatine bikaranîn.
Li gorî vê biryarê, hemû saman û darayiyên van kes û şirketan ên li nav Amerîkayê yan jî di bin kontrola kesên Amerîkî de tên cemidandin.
Her wiha her dezgeheke darayî ya biyanî ku bi zanebûn bi van kes û şirketên cezadarkirî re kar bike, dê rûbirûyî cezayên tund bibe û ji sîstema darayî ya Amerîkayê bê bêparkirin.
Wezareta Xezîneyê destnîşan kir ku armanca dawî ya van cezayan ne tenê cezadan e.
Wezaretê diyar kir: "Armanc ew e ku alî neçar bibin reftarên xwe yên neyasayî biguherînin û samana giştî ji dizî û talankariya elîta desthilatê ya li Îranê were parastin."



