کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Duzen Tekkalê li Almanyayê xelata wêrekiyê stand

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

11-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah11-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Dusseldorf (Rûdaw) - Rojnameger û çalakvana Kurd a Êzidî ya li Almanyayê Duzen Tekkalê, Xelata Navneteweyî ya Zimanê Şîn (Die Blaue Zunge) stand.

Vê xelat salane didin wan kesayetiyên wêrek û netirs ku bandoreke erênî li civakê dikin.

Merasîma dayîna xelatê li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi amadebûna zêdetirî 15 hezar kesî hat lidarxistin.

Duzen Tekkalê di dema wergirtina xelatê de axaftinek kir û dijberiya xwe ya li hemberî dîktatorî û zordariyê anî ziman.

Wê bi taybetî bal kişand ser rewşa Rojhilata Navîn û xwest ku nabe li hemberî bêdengkirina dengê azad bêdengî were hilbijartin.

"Min li ser navê 50 milyon Kurdî xelat stand"

Duzen Tekkalê piştî wergirtina xelatê ji bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî ziman:

"Ez ji bo vê xelatê ne tenê li ser navê xwe çûm, ez ji bo me hemûyan çûm.

Ez dizanim ku min li şûna 50 milyon Kurdî, milyonek Êzidî û ji bo mirovahiyê ev xelat stand."

Çalakvana Kurd destnîşan kir ku ev xelat ne tenê ji bo wê ye, nîşaneyek e ji bo azadî û nasnameya gelê wê.

Tekkalê diyar kir, "Ez li wir rawestiyam û ew der ji bo me rojeke gelekî mezin bû. Ev xelat ne tenê xelatek e, ji bo me tiştekî girîng e."

Duzen Tekkal bi wê yekê tê naskirin ku di medya û navendên siyasî yên Almanyayê de her tim dengekî zelal û bibandor ê parastina doza Kurdan û mafên Kurd ên Êzidiyan e.

Wê piştî wergirtina vê xelatê jî tekezî li ser berdewamiya kar û çalakiyên xwe kir.

Duzen Tekkalê her wiha anî ziman, "Dê û bavê min tim dibêjin, ji bîr mekin, hûn keçikên Kurdan in."

Pirsên