Hewlêr (Rûdaw) - Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Amerîkayê Sînem Mihemedê li ser koça dawî ya Lindsey Graham got, "Piştgiriya Lindsey Graham a ji bo gelê Kurd dê ti carî neyê jibîrkirin."
Nûnera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Amerîkayê Sînem Mihemed ji bo koça dawî ya Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham peyameke sersaxiyê belav kir.
Sînem Mihemedê diyar kir ku Senator Graham ne tenê ji bo ewlehî û berjewendiyên welatê xwe, di heman demê de ji bo mafên gelê Kurd jî kesayeteke girîng bû.
"Dê bi piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan were bibîranîn"
Nûnera MSDyê ya Amerîkayê di peyama xwe de wiha got:
"Senator Graham dê ne tenê bi pêbendbûna xwe ya bêhempa ya ji bo ewlehî û berjewendiyên welatê xwe, di heman demê de bi piştgiriya xwe ya xurt a ji bo gelê Kurd jî were bibîranîn.
Wî di kêliyên krîtîk de her dem parastina wan kir û bi vê yekê rêz û spasiya Kurdan qezenc kir."
Senator Lindsey Graham bi taybetî di bipêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de, bi daxuyaniyên xwe yên ji bo piştgirî û parastina hêzên Kurdan dihat naskirin.


