Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo mirina Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham peyameke serxweşiyê belav kir û got, “Piştgiriya wî ya ji bo Kurdan dê di dîrokê de bimîne."
Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê da zanîn ku ew bi bihîstina mirina Senator Lindsey Graham gelekî xemgîn bûye û got:
"Xizmeta wî ya berfireh, serkirdayetiya wî ya xwedî prensîb, piştgiriya wî ya bêrawestan a ji bo Kurdan û têkoşîna wî ya xurt a ji bo Sûriyeyeke aştîxwaz û adil dê di dîrokê de bimînin."
Fermandarê HSDyê her wiha diyar kir ku ew di vê dema xemgîn de sersaxiyê ji malbat, heval û hezkirên Lindsey Graham re dixwaze.
Ebdî di dawiya peyama xwe de anî zimên, "Bila rihê wî di nava aştiyê de şad be."
Doh bi şev hatibû ragihandin ku Grahamê 71 salî yê ku ji sala 2003yan ve li Senatoyê kar dikir ji ber "nexweşiyeke demkurt û ji nişka ve" miriye.
.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)
