Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Hevkariya Aborî û Bipêşketinê ya Almanyayê (BMZ) ji Rûdawê re ragihand ku heta niha di wan alîkariyên darayî yên ku Almanya pêşkêşî Îraqê dike de ti gendelî derneketiye holê.
Ev daxuyanî piştî wê pêngava mezin a li dijî gendeliyê ya li Îraqê hat ku bû sedema desteserkirina bi dehan berpirsên niha û yên berê.
Berdevkê wezaretê anî zimên: "Heta niha ti agahî negihîştine wezaretê ku nîşan bidin pereyên me li Îraqê li ber avê çûne yan bi awayekî neasayî hatine bikaranîn."
Mekanîzmayên çavdêriyê naguherin
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku piştî eşkerebûna dozên gendeliyê yên li Bexdayê, planên wan nînin ku mekanîzmayên çavdêriyê tundtir bikin çimkî pergala wan a niha serkeftî bûye.
86,5 milyon euro ji bo hevkariya dualî
Li gorî agahiyên wê wezareta Almanyayê, di dan û standinên sala 2024an de, Almanyayê 86,5 milyon euro ji bo hevkariya dualî ya bi Îraqê re terxan kirine.
Her wiha 55 milyon euro di çarçoveya pêngava "Koçber û Welatên Mazûvan" û 39 milyon euro jî wekî "hevkariya veguhêz a binesaziyê" ji bo Îraqê hatine xerckirin.
Armanca sereke ya van pereyan piştgiriya aramî, vejandina aborî û parastina destkeftên aştiyê yên li Îraqê ye.
Berdevkê Wezareta Bipêşketinê eşkere kir ku alîkariyên Almanyayê zêdetir bi rêya rêxistinên wekî GIZ (Ajansa Bipêşketinê ya Almanî) û KfW (Banka Bipêşketinê), her wiha ji aliyê rêxistinên civaka sivîl û dezgehên siyasî ve tên birêvebirin.
Wezaretê destnîşan kir ku hemû ev sazî ji bo rêlibergirtina her cure gendelî û sextekariyê, bi pêkanîna pîvanên navneteweyî yên tund hatine erkdarkirin.
Li gorî rêkaran, her gumana piçûk a li ser gendeliyê divê yekser ji wezareta Almanyayê re were ragihandin.
Tê çaverêkirin ku meha Çiriya Paşîn a sala 2026an, gereke nû ya dan û standinên di navbera her du hikûmetan (Almanya û Îraq) de dest pê bike da ku qala hevkariyên paşerojê were kirin.
Armanc ew e ku pêvajoya reformên aborî ya li Îraqê bigihe lûtkeyê û êdî rê li ber liberavêçûna samana giştî were girtin.
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)