Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî dostê Kurdan Lindsey Graham şemiyê "ji ber nexweşiyeke ji nişka ve" di 71 saliya xwe de koça dawî kir.
Îro hûrgiliyên mirina Lindsey Graham hatin eşkerekirin.
Di daxuyaniya ofîsa Graham de hat gotin ku li gorî encamên Saziya Bijîşkiya Dadî ya Herêma Columbiayê ya Amerîkayê, Lindsey Graham ji ber qelişîna aorta dil (reha sereke) canê xwe ji dest daye.
Ev yek qelişîna xwînbira sereke ya dil e ku xwînê digihîne beşên din ên laş.
Dibe ku ev yek ji ber reqbûna xwînbirên dil çêbûbe.
Qelişîna aorta dil çi ye?
Li gorî Mayo Clinicê, ev qelişîn rewşeke bijîşkî ya ji nişka ve û metirsîdar e.
Di vê rewşê de tebeqeya navxweyî ya xwînbira sereke ya laş ango aort diqelişe.
Xwîn ji cihê qelişî re derbas dibe û dibe sedema veqetîna tebeqeyên navxweyî û navîn ên dîwarê xwînbêrê.
Li gorî Mayo Clinicê, heke xwîn derkeve derveyî dîwarê aortê gelek caran dibe sedema mirinê.
Pisporê Nexweşiyên Dil ê li Amerîkayê Dr. Michael Mack li ser vê mijarê got:
"Ji sedî 50yê nexweşan digihîjin nexweşxaneyê û nêzîkî nîvê wan rizgar dibin."
Wî her wiha diyar kir ku ev rewş gelek caran tê serê wan kesên ku tenduristiya wan baş e lê ji nişka ve dimirin.
Nîşanên nexweşiyê
Nîşanên vê nexweşiyê ev in:
- Êşa sîngê
- Êşa mil û destê çepê
- Dilrabûn û vereşîn
- Xwêdan û sarbûna çerm
- Bêhnçikîn
-Neasayîbûna lêdana dil
Rîsk li ser kê zêdetir e?
Li gorî Navenda Bijîşkî ya Clevelandê, qelişîna aorta dil kêm tê dîtin û salane di nav 100 hezar kesî de nêzîkî 3 heta 4 kes bi vê nexweşiyê dikevin.
Komên ku rîska qelişîna aorta dil li ser wan zêde ye ev in:
- Kesên ku tansiyona wan bilind e
- Kesên bi temen
- Mêr
- Nexweşên ku lûleyên xwîna wan req bûne
- Kesên ku cixare, nêrgele û cixareya elektronîk dikişînin
- Kesên ku alkolê vedixwin
- Kesên ku nexweşiya şekir û tansiyona wan heye
- Kesên qelew
- Kesên ku kêm dilivin



