Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump diyar kir ku êrişên dawî yên li Îranê bi taybetî şiyana leşkerî ya Tehranê ya girêdayî Tengava Hurmizê kirine armanc û got, "Me di 4 mehan de Îran vegerand Serdema Kevirîn."
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi televîzyona Newsmaxê re de destnîşan kir ku Amerîka kontrola Tengava Hurmizê di destê xwe de digire û anî zimên:
"Berê welat ji Îranê ditirsiyan, niha gelekî kêmtir ditirsin. Çimkî me şiyana wan ji holê rakir."
Donald Trump her wiha eşkere kir ku ew dê rê nedin Îran bibe xwediya çeka nukleerê û diyar kir ku Îran hîn jî xwedî mûşek û hinek şiyanên leşkerî ye lê tevî vê yekê jî Amerîkayê rewş bi temamî xistiye bin kontrola xwe.
Trump îdia kir û got, "Eger me ew ranewestandana, dê di navbera 2 û 4 hefteyan de bûbûna xwedî çeka nukleer û dê Îsraîl ji ser nexşeyê bihata jêbirin."
Trump li ser navê şer jî axivî û li pey çû, "Hûn dikarin çi navî bixwazin lê bikin. Ez ji vê re dibêjim 'bêçekkirina nukleerî ya Îranê'."
Piştî daxuyaniyên Trump, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku pêla êrişan a dawî ya ku şeva Duşemê hatibû destpêkirin bi dawî bûye.
CENTCOMê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku di operasyona ku nêzîkî 5 saetan berdewam kir de, li seranserî Îranê li armancên leşkerî dane.
Li gorî daxuyaniyê, armancên li Bûşehr, Çabehar, Cask, Konarek, Girava Ebû Mûsa û Bender Ebasê bi serkeftî hatine jinavbirin.
Îdiaya dronên Îranê yên li Kubayê
Trump her wiha nirxandin li ser wan îdiayan kir ku dibêjin dibe ku dronên leşkerî yên Îranê li Kubayê bin.
Trump li Koşka Spî ji rojnamegeran re axivî û got:
"Eger li wir dronên Îranê hebin ku îhtimala wê zêde ye, em dê li ser vê yekê bisekinin û em dê rê nedin vê yekê."
Li aliyê din, Supaya Pasdaran a Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan li Tengava Hurmizê li du tankerên mezin ên petrolê xistiye û ew bêbandor kirine ku guh nedabûn hişyariyan û da zanîn:
"Hevkariya bi dijmin re ya li Tengava Hurmizê, dê vekirina tengavê dereng bixe û dê krîza enerjiyê ya cîhanî kûrtir bike."
Daxuyaniya Îranê piştî wê yekê hat ku Wezareta Parastinê ya Îmaratê ragihandibû ku du tankerên petrolê yên bi alaya Îmaratê li nava avên Umanê bi mûşekên Îranê hatine lêdan.



