کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Îraqê ji Amerîkayê pergala parastina asmanî xwest

0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Diyar Kurde
Diyar Kurde15-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê ji ber Îranê 7 kes û şirket xistin lîsteya cezayan
Cîhan15-07-2026

Amerîkayê ji ber Îranê 7 kes û şirket xistin lîsteya cezayan

Axios: Trump ji Netanyahu xwestiye ku hêzên xwe ji Sûriye û Libnanê derxe
Cîhan15-07-2026

Axios: Trump ji Netanyahu xwestiye ku hêzên xwe ji Sûriye û Libnanê derxe

Pete Hegseth û Elî Zeydî behsa rola Pêşmergeyan kir
Cîhan15-07-2026

Pete Hegseth û Elî Zeydî behsa rola Pêşmergeyan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump li Koşka Spî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêşwazî kir.

Şandeya bi Elî Zeydî re zêdetir xwedî şarezayiya aborî bû lê li Pentagonê piştgiriya leşkerî û dabînkirina pergala parastinê hat xwestin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ber "Nivîsgeha Oval" Elî Zeydî pêşwazî kir.

Di civîna navbera wan de ku Wezîrê Karên Derve û Wezîrê Şer ê Amerîkayê amade bûn, şandeya Îraqî zêdetir ji kesayetiyên siyasî û bazirganî pêk dihat û ti berpirsên leşkerî bi wan re nebûn.

Ev yek wekî peyamekê hat nirxandin ku Bexda di vê qonaxê de dixwaze zêdetir bala xwe bide ser pirsgirêkên bazirganî û aboriyê.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde di beşeke civînê de amade bû.

Diyar Kurde ji Serokê Amerîkayê Donald Trump pirsên bê ka ew dê çawa alîkariya hikûmeta Îraqê bikin di çekdanîna komên çekdar de û ew pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê çawa dibînin kirin.

Donald Trump di bersiva pirsa Rûdawê ya li ser çekdanîna komên çekdar û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de, piştgiriya xwe ya ji bo Serokwezîrê Îraqê ducare kir û qala rewşa herêmê kir û got:

"Bi ya min Rojhilata Navîn ji her demê zêdetir yekgirtîtir e.

Îran êdî wekî berê ne belaya herêmê ye ku zordarî li Îraq û welatên din dikir.

Niha şiyana wan a leşkerî ji holê hatiye rakirin û ew tirs nemaye."

Serokê Amerîkayê her wiha destnîşan kir, "Nabe ku welatekî wekî Îranê hebe û bixwaze hêza xwe bi ser herêmê de bisepîne."

Elî Zeydî: Herêma Kurdistanê parçeyekî laşê Îraqê ye

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, her çend Trump rasterast bersiva pirsê neda jî Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî ragihand, "Îraq wekî laşekî ye û Herêma Kurdistanê jî parçeyekî wî laşî ye."

Zeydî li ser sedema hilbijartina Washingtonê wekî rawestgeha yekem a serdana xwe anî ziman:

"Barekî giran ê aboriyê ji min re maye û pêwîstiya welatê min bi hevpeymanekî stratejîk ê wekî Amerîkayê heye.

Ev serdan ne tenê ji bo hevxemiyê ye, pêngaveke aqilane ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî."

Piştî civîna li Koşka Spî, Serokwezîrê Îraqê çû Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon).

Berovajî civîna yekem, li Pentagonê Lîwa Mihemed wekî nûnerê Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmergeyan di nav şandeyê de amade bû.

Li gorî agahiyên Rûdawê, di wê civînê de Îraqê ji Amerîkayê piştgiriya leşkerî û kirîna pergala parastina asmanî xwestiye.

Ev daxwaz di demekê de ye ku biryar e dawiya meha Îlonê, erkê Hevpeymanan a li Îraq û Herêma Kurdistanê bi dawî bibe.

Diyar Kurde
Diyar Kurde15-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Amerîkayê ji ber Îranê 7 kes û şirket xistin lîsteya cezayan
Cîhan15-07-2026

Amerîkayê ji ber Îranê 7 kes û şirket xistin lîsteya cezayan

Axios: Trump ji Netanyahu xwestiye ku hêzên xwe ji Sûriye û Libnanê derxe
Cîhan15-07-2026

Axios: Trump ji Netanyahu xwestiye ku hêzên xwe ji Sûriye û Libnanê derxe

Pete Hegseth û Elî Zeydî behsa rola Pêşmergeyan kir
Cîhan15-07-2026

Pete Hegseth û Elî Zeydî behsa rola Pêşmergeyan kir

Pirsên