Washongton (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên ragihand ku serdana şandeya bilind a Îraqê a li Washingtonê "siyasî bû lê bi naverokeke aborî bû."
Fuad Husên her wiha eşkere kir ku piştî ziyareta Amerîkayê rawestgeha wan a bê dê Tehran û Enqere be.
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên li Washingtonê bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Fuad Husên hûrgiliyên civînên şandeya Îraqê yên bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re û asoyên pêwendiyên her du welatan eşkere kirin.
"Naveroka serdanê aborî bû"
Fuad Husên li ser armanca ziyareta şandeya Îraqê wiha got:
"Armanc siyasî ye lê naveroka wê aborî ye. Di bernameya me de bi şîrketên petrol, gaz û elektrîkê û bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê re gelek guftûgo hebûn.
Ev ji bo dilxweşkirina xelkê Îraqê ye, ne kesekî din."
Civîna bi Donald Trump re
Fuad Husên li ser civîna şandeya Îraqê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hinek agahî dan.
Wî diyar kir ku di civînê de ji bilî Serokê Amerîkayê 5 wezîrên Îraqê amade bûn û li ser pirsa nebûna nûnerekî Herêma Kurdistanê wî got:
"Ev biryara protokola wan bû. Lê ez Wezîrê Karên Derve yê Îraqê me û nûnertiya hemû xelkê Îraqê dikim.
Jixwe bi awayekî xwezayî ez ji Kurdistanê hatime û min nûnertiya Kurdistanê jî kir."
Fuad Husên li ser xwarina Koşka Spî jî bi ken got, "Xwarineke gelekî sade bû, hinek mirîşk û keskayî hebûn."
Peymanên aborî û ewlehî
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê anî zimên ku wan li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê çend peyman îmze kirin.
Wî da zanîn ku ji bo şîrketên biyanî li Îraqê û Herêma Kurdistanê derfetên baş hene lê divê ewlehî û aramî bê parastin da ku ew şîrket karibin bixebitin.
Fuad Husên qala êrişên dawî yên li Herêma Kurdistanê jî kir û diyar kir ku welat ji van êrişan gelekî dilgiran in.
Wî da zanîn ku ew dê 23yê mehê bi Serokwezîr re biçin Tehranê û pişt re jî herin Tirkiyeyê.
Her wiha wî da zanîn ku dibe ku Serokwezîrê Îraqê biçe Sûriyeyê.
"Divê komên çekdar çekan deynin"
Fuad Husên li ser daxwaza Serokwezîr a ji bo çekdanîna komên çekdar heta dawiya meha Îlonê, tekez kir ku Serokwezîr di vê mijarê de gelekî cidî ye.
Wî diyar kir ku Serokwezîr aramiya navxweyî û bipêşketina aboriyê bi hev ve girêdide û zextê li wan komand dike.
Krîza darayî û meaşên Herêma Kurdistanê
Fuad Husên li ser pirsgirêka meaşên karmendên Herêma Kurdistanê jî axivî.
Wî diyar kir ku hikûmet cidî ye da ku meaşan di dema wan de bişîne lê hişyarî da ku li Îraqê krîza darayî heye û got:
“Eger Tengava Hurmizê neyê vekirin û petrol neyê hinartin, dê Îraq rastî krîzeke mezin bibe. Çimkî ji sedî 90ê dahata me li ser petrolê ye."
Gendelî û Maddeya 140î
Fuad Husên li ser pêngava hikûmetê ya li dijî gendeliyê jî destnîşan kir ku gendelî li welêt bûye kulturek û ew bi tundî piştgiriyê didin hewldanên Serokwezîr.
Wî tekez kir ku ev pêngav dê bidome lê ew nizane dê heta kîjan astê berfireh bibe.
Fuad Husên di dawiyê de qala Maddeya 140î jî kir.
Wî ragihand ku ew madde nehatiye jibîrkirin lê mixabin komîteya wê niha ne aktîf e.
Wî bangî hêzên siyasî yên Kurdan kir ku li Bexdayê daxwaza karkirina komîteyê bikin lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên Kurdan de ew rexne kirin û got ku ev nakokî bandorê li karên wan ên li Bexdayê dikin.


