Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bêhnvedana xwe ya dawiya hefteyê ya li Camp Davidê kurt kir û destê sibehê bi awayekî neçaverêkirî vegeriya Koşka Spî.
Ev vegera bi lez a Trump hevdemê zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn e.
Birêvebiriya Amerîkayê li ser sedema vegera neçaverêkirî ya Trump ti daxuyanî nedan ku çima li şûna şeva yekşemê ya ku berê hatibû ragihandin, danê sibehê ji komelgeha serokatiyê ya li herêma Marylandê vegeriyaye Koşka Spî.
Ev guherîna di bernameya Trump de piştî wê yekê hat ku Hevpeymaniya bi Serkêşiya Erebistana Siûdî ya li dijî Hûsiyên Yemenê roja şemiyê ragihand ku koma çekdar a nêzîkî Îranê mûşekeke balîstîk avêtiye Riyada paytexta Erebistana Siûdî.
Hat ragihandin ku piştî vê êrişê agir bi nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya paytexta Erebistana Siûdî ketiye.
Hişyariya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê
Hevdemî van pêşhatan, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û hejmarek balyozxaneyên wî welatî hişyariyeke ewlehiyê da welatiyên xwe.
Di hişyariyê de hat diyarkirin ku îhtimala zêdebûna neçaverêkirî ya aloziyan heye û hat gotin:
“Hûsiyên ser bi Îranê ve li dijî Erebistana Siûdî dest bi êrişan kiriye ku balafirgehên sivîl jî di nav wan de ne.
Şiyana vî şerê leşkerî heye ku bi lez berfireh bibe.
Pêwîst e ew Amerîkiyên ku li derveyî Rojhilata Navîn in, li ser geştên xwe yên ber bi herêmê ve bi awayekî cidî bifikirin.”
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îro li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku ji ber aloziyan Rojhilata Navîn nearam maye.
Wezaretê ji welatiyên Amerîkayê yên li herêmê xwest ku asta hişyariya xwe ya ewlehiyê bilind bikin û li bendê bin ku dibe geştên asmanî bên betalkirin, qada asmanî were girtin û çûn û hatin bisekine.
Metirsiya li ser sazî û şirketên Amerîkayê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê her wiha amaje pê kir ku navendên wan ên dîplomatîk, heta li derveyî Rojhilata Navîn jî bûne armanc.
Hişyarî hat dayîn, dibe ku Îran û komên nêzîkî wê li seranserî cîhanê êrişî berjewendiyên din ên Amerîkayê, sazî û şirketên Amerîkayê bikin.
Hûsiyan ji 3yê Îlonê ve ji bo kontrolkirina herêmên nû dest bi êrişeke berfireh kiriye û li ser Erebistana Siûdî jî çend êriş pêk anîne.
Her wiha wan ji 29ê Tîrmehê ve derbasbûna keştiyên petrolê yên Siûdiyê ya di Tengava Babulmendebê re qedexe kiriye.
Şerê navxwe yê Yemenê ku sala 2014an bi kontrolkirina Senaya paytext a ji aliyê Hûsiyan ve dest pê kiribû, piştî aramiyeke demkî ya sala 2022yan, Tîrmeha îsal ji nû ve bi tundî gur bû û ji ber pevçûnan zêdetirî 500 kesî hatin kuştin.



