Hewlêr (Rûdaw) - Dûxana agirê daristanên Kanadayê wekî kabûsekê bi ser Amerîkayê de girtiye û Detroit bû "bajarê herî qirêj ê cîhanê".
Serokê Amerîkayê Donald Trump jî amadehiyê dike ku fatureya vê qirêjiyê ji Kanadayê re bişîne.
Amerîkaya Bakur yek ji karesatên herî mezin ên jîngehê yên salên dawî dijî.
Agirê mezin ê ku li daristanên sînorê Kanada û Minnesotayê dest pê kiriye, bi bandora bayê dûxaneke zêde bir nav axa Amerîkayê.
Li gelek eyaletan û bi taybetî li Detroit, Chicago û Washington DCyê asman reş bû.
Kalîteya hewayê ji bo tenduristiya mirovan gihîşt asta "metirsîdar".
Trump: Ev xemsariyeke bi zanebûn e
Serokê Amerîkayê Donald Trump li hemberî vê qirêjiya jîngehê bêdengiya xwe şikand.
Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê hikûmeta Kanadayê bi tundî tohmetbar kir û destnîşan kir ku qirêjiya dûxanê bi milyaran dolarî zerer daye aboriya Amerîkayê û got:
"Ev rewş êdî bûye rîtueleke salane û xemsariyeke bi zanebûn e.
Kanada daristanên xwe bi awayekî rast paqij nake.
Divê bedela vê qirêjiya jîngehê li bacên gumrikê yên ku niha bi ser Kanadayê de hatine sepandin were zêdekirin."
Her wiha Trump diyar kir ku ew dê ji bo çareseriyê bi Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney re bicive û anî zimên ku dê "cezayê" vê rewşê hebe.
Kanada: Me 12 milyar dolar xerc kirin
Bersiva gefa bacê ya Trump ji aliyê Kanadayê ve dereng nema.
Wezîra Birêvebirina Rewşên Awarte ya Kanadayê Eleanor Olszewski ev tohmet red kirin û da zanîn ku di têkoşîna li dijî agir de dîrokeke xurt a hevkariya her du welatan heye û eşkere kir:
"Ji sala 2020î ve me ji bo rêlibergirtina agirê daristanan zêdetirî 12 milyar dolarî budce veqetandiye."
Eleanor Olszewski ragihand, "Tîmên me li zêdetirî 900 xalî bi can û dil têdikoşin" û diyar kir ku Kanada tiştê ji destê wê tê dike.
Fînala Kupaya Cîhanê di metirsiyê de ye
Ji ber bandora dûxanê li kolanên New Yorkê maskeyên bêpere li xelkê hatin belavkirin.
Pispor hişyariyê didin ku di nav dûxanê de ne tenê xwelî, ji ber şewitîna plastîk û metalan kîmyasalên jehrî jî di nav dûxanê de hene.
Li aliyê din çav li Fînala Kupaya Cîhanê ya di navbera Spanya û Arjantînê de ye ku dê îro li New Jerseyê were lîstin.
Rayedarên FIFAyê beriya maça ku dê li qadeke vekirî were lîstin hişyariyek da.
Rayedaran destnîşan kir ku eger tîrbûna dûxanê tenduristiya werzişkaran bixe metirsiyê, dibe ku maç were bipaşxistin.
Zanayên avhewayê diyar dikin ku sedema sereke ya 937 şewatên mezin ên ku heta 18ê Tîrmeha 2026an didomin, germbûna gerdûnî ye.
Ziwabûna zêde ya axê û bilindbûna pileyên germê ya di ser normên demsalê re rewşê xerabtir dikin.
Ev yek dibe sedem ku çirûskên herî biçûk jî veguherin karesatên mezin ên ku bi hefteyan didomin û sînoran nas nakin.



