Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku plana Donald Trump hebû desthilata Tehranê birûxîne û Îranê dabeş bike.
Eraqçî ragihand ku berpirsên Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê berê yê Îraqê rayedarên Tehranê piştrast kirin ku ew dê rê nedin ji xaka wan êrişî Îranê were kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Ereqçî di hevpeyvînekê de axivî.
Ereqçî da zanîn ku di destpêka şerê 40 rojî yê ku 28ê Sibata îsal dest pê kir de, plana Amerîka û Îsraîlê ya rûxandina desthilatê û dabeşkirina welatê wan hebûye.
Abbas Ereqçî got, "Roja çarem a şer Trump telefonî hejmarek serkirdeyên Herêma Kurdistanê kir û bi hemûyan re axivî.
Trump beriya demekê bi xwe gotibû ku wan çek şandine lê nizanibûne ew çek çûne kû derê."
“Ez bi Barzanî û Talebanî re axivîm”
Ereqçî ragihand ku piştî ku Donald Trump bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re axivî, ew bi xwe jî bi wan re axiviye.
Ereqçî li ser vê mijarê got, "Ez bi Birêz Barzanî û Birêz Talebanî re axivîm.
Her wiha ez bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Fîdan û Serokwezîrê berê yê Îraqê Sûdanî re jî axivîm."
Wekî ku Abbas Ereqçî dibêje, wî ji hemû aliyan re ragihandiye ku helwesta wan zelal e û pê de çû:
"Eger ji Herêma Kurdistanê gefa herî biçûk jî li me were xwarin, dê berteka me hebe.
Min ji wan re got, hûn wisa nefikirin ku em li cihên din mijûl in, bêguman dê berteka me hebe."
Garantiyên Hewlêr û Bexdayê
Ereqçî destnîşan kir ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê û Mihemed Şiya Sûdanî, berpirsên Îranê piştrast kirine.
Wan ragihandiye ku ew rê nadin ti hêz ji Herêma Kurdistan û Îraqê êrişî Îranê bike.
Ereqçî got, "Berpirsên Herêma Kurdistanê û Mihemed Şiya Sûdanî garantî da me ku bi ti awayî rê nadin tiştekî wiha rû bide."
Ereqçî diyar kir ku Tirkiyeyê jî di têkbirina plana dabeşkirina Îranê de roleke "bibandor" lîstiye û got:
"Tirkiye bi Amerîkayiyan re axivî û di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan da.
Bi giştî ew hewldan bûn sedem ku plan sernekeve lê mebesta min ew e ku wan ji bo dabeşkirina Îranê plan çêkiribû."
Şandina çekan û rewşa Rojhilatê Kurdistanê
Di dema şerê 40 rojî de Donald Trump çend caran ragihandibû ku wî çek şandine da ku bigihêjin destê xwenîşanderên Îranî lê Kurdan dest daniye ser wan çekan.
Hemû partiyên Rojhilatê Kurdistanê ew îdia red kirine ku di dema vî şerî de xwestibin derbasî nav Îranê bibin.
Wan her wiha daxuyandiye ku wan qet çekek ji Amerîkayê wernagirtiye.
Lê Îran wan tohmetbar dike ku ji bo têkdana ewlehiya navxweyî û rûxandina desthilatê hevkariyê bi Amerîka û Îsraîlê re dikin.
Ji 28ê Sibatê ve Îran û hêzên nêzîkî wê yên li Îraqê bi sedan caran êrişî Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî amarên Rûdawê, Îranê tenê di vê mehê de bi 32 dronan û mûşekekê êrişî Hewlêrê hatiye kirin.
Her wiha parêzgeha bi 10 mûşekan û 6 dronan êrişî Silêmaniyê hatiye kirin.



