Almata (Rûdaw) - Beşdarên Konferansa Almatayê li wî bajarî bi ziyareteke tije wefa dawî li çalakiyên xwe anîn.
Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Kurdî bi sernavê "Ziman, Dîrok û Wêje: Pirsgirêkên Hevdem û Bipêşketinên Vekolînên Kurdî" li Almatayê hat lidarxistin.
Gelek akademîsyên û zanyar beşdarî konferansê bûn
Beşdarên konferansê li Almatayê goristana Kurdan a dîrokî ziyaret kir.
Wan bi vê ziyaretê dawî li xebatên konferansê anî.
Armanca wan ew bû ku rêzê li bîranîna kesayetên navdar ên wekî Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm bigirin.
Ev goristan wekî şahidekî zindî yê dîroka sirgûnê û êşên Kurdên Qafkasyayê tê dîtin.
Kurdên Qafkasyayê di serdema Stalîn de bi darê zorê ji axa xwe hatibûn dûrxistin.
"Navê Nadir Nadirov navekî giran e"
Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê (Berbang) Ezîzê Ziyo Bedirxan qala girîngiya kesayetên li goristanê kir û got:
“Gelek Kurdên me yên kedkar li vir in. Rehma Xwedê li hemûyan be. Xwedê ji mêvanan jî razî be. Kî tê, ew bi xwe dibêjin em herin ziyaretê.
Navê Nadir Nadirov, navekî giran e. Ew ne tenê li cem Kurdan, li cem dewleta Qazaxistanê û li hemû dinyayê navdar e. Ew akademîsyenê me yê yekem e.
Navdarekî din jî Kinyazê Îbrahîm e. Dema ku wî sala 1991ê ji Ermenistanê berê xwe da vir, germiyek xist nava diyasporayê û pêşketin çêbû.
Gora Hesenê Hecî Silêman jî li vir e. Ew berpirsê giştî yê rojnameya me ya pêşîn a bi navê ‘Kurdistan’ê bû.”
Mamosteyê Zanîngeha Amsterdamê Michael Leezenberg jî li ser Nadirov axivî û ev agahî dan:
“Sala 1991ê min cara yekem Mamoste Nadir Nadirov dît. Ew hatibû konferansekê ya li Almanyayê.
Ew di nava rewşenbîrên Kurdên Qazaxistanê de kesayetekî gelekî navdar û girîng bû.
Ne tenê ji bo Kurdên Qazaxistanê, ji bo tevahiya Komara Qazaxistanê kesayetekî girîng bû. Wekî akademîsyen li cîhanê gelekî bi nav û deng bû.
Wekî rewşenbîrekî û mirovekî entelektuel gelekî girîng bû.”
Sirgûna salên 1937 û 1944an
Kurd bi giranî di salên 1937 û 1944an de ji aliyê rejîma Stalîn ve ji başûrê Qafkasyayê ber bi Asyaya Navîn ve hatine sirgûnkirin.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qafkasyayê Hejarê Şamil qala wan rojên dijwar kir û wiha axivî:
“Em dizanin ku sala 1944an dema mêrên Kurdên Qafkasyayê li dijî faşîzma Almanan şer dikir, malbatên wan ji wê derê sirgûnî Qazaxistan û Asyaya Navîn kirin.
Ev jî yek ji wan malbatan e. Apê Zîyo Bedirxan heta Berlînê diçe û faşîzmê têk dibe. Ew vedigere mala xwe lê malbata xwe nabîne.
Paşê lê digere û piştî çend mehan wan li Qazaxistanê peyda dike. Ew paşê li vê derê bi cih dibin.”
Pêla sêyem a koçberiyê
Pêla sêyem a koçberbûna Kurdan a ji Ermenistanê ber bi Qazaxistanê ve, bi destpêkirina şerê Qerebaxa Çiyayî serî hilda.
Alîkarê Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Rafîkê Yaqub li ser vê pêla koçberiyê ev tişt anîn zimên:
“Dema ku me salên 1988-1990î ji Ermenistanê bar kir û em hatin Qazaxistanê, hemû çanda Kurdên Qazaxistanê guherî.
Apê Kinyaz ji Ermenistanê arşîveke mezin bi xwe re anî. Ev der bû navenda çanda Kurdên Qazaxistanê û hemû Kurdên Sovyeta berê.
Îro ji her aliyê dinyayê mêvanên Kurd tên. Ew tên ser gora wî û jê re dibêjin 'Spas ku te ev mîrat hiştiye'.”
Kurdên Asyaya Navîn dibêjin ku wan du bav di goristanekê de çal nekirine.
Gorên bapîrên wan li Kurdistanê û Qafkasyayê mane.
Ev axa Qazaxistanê di nava 90 salan de bûye aramgeha bi hezaran Kurdan.
Di nav wan de kesayetên navdar ên wekî Mecîdê Silêman, Yaqub Mîrzoyev, Mehmedê Îbo, Filît Mamedov, Arifê Nado û Gulhusên Musayev jî hene.



