Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên beramber ên Rûsya û Ukraynayê de herî kêm 13 sivîl mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Moskowê ragihand ku di êrişa dronan a Ukraynayê ya li herêma Belgorodê de 5 kes mirine.
Kîevê jî ragihand ku di êrişên Rûsyayê yên li bajarên cuda de 8 sivîl hatine kuştin.
Dronan li otobusê xist
Parêzgarê Demkî yê Herêma Belgorodê ya Rûsyayê Aleksandr Şuvayev, bi rêya Telegramê daxuyaniyek belav kir.
Aleksandr Şuvayev da zanîn ku li bajarokê Şebekînoyê ku nêzîkî 5 kîlometreyan dûrî sînorê Ukraynayê ye, bi dronê êrişî otobuseke rêwiyan hatiye kirin.
Şuvayev eşkere kir ku di êrişê de zarokek jî di nav de 5 sivîlan canê xwe ji dest daye û 23 kes jî birîndar bûne.
Ukrayna: 8 sivîl mirin
Li aliyê din, rayedarên Ukraynayê diyar kir ku di êrişên artêşa Rûsyayê yên li bajarên Pavlograd û Kramatorskê de 4 kes mirine.
Her wiha hat ragihandin ku di bombebaranên li ser herêmên Odesa û Zaporijyayê de jî 4 sivîlên din mirine.
Êrişa li Moskowê
Rûsyayê da zanîn ku roja duşemê Ukraynayê bi dehan dronan êrişî Moskowê kiriye.
Hat zanîn ku di encama van êrişan de agir derketiye û herî kêm 10 kes birîndar bûne.
Ev êrişên beramber di demekê de pêk tên ku hevdîtinên aştiyê yên bi navbeynkariya Amerîkayê xitimîne û ti bipêşketin tê de nehatine kirin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku hejmara sivîlên ku Hezîrana 2026an li Ukraynayê canê xwe ji dest daye, gihîştiye asta herî bilind a mehane ya ji Nîsana 2022yan ve.



