New York (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres amadekariyê dike ku serdana Sûriyeyê bike.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric ragihand ku bernameya serdanê hîn bi temamî zelal nebûye bê ka dê Guterres bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî re bicive an na lê ew dixwaze li Şamê bi gelek aliyên cuda yên Sûriyeyê re hevdîtinan bike.
Dujarric li ser pirsa mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî yê Kurdan jî, anî zimên ku ew cihêrengiya zimanan gelekî girîng dibînin û tekez kir ku divê rêz li hindikahiyan bê girtin û ew xwe wekî beşekî wî welatî hîs bikin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric pirsên Rûdawê bersivandin.
Rûdaw: Çend pirsên min li ser serdana bê ya Sekreterê Giştî ya ji bo Sûriyeyê hene. Gelo em dizanin bê ka ew dê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re bicive yan na?
Stephane Dujarric: Bi baweriya min, dema wî hevdîtin kirin em dê baştir bizanibin ka ew bi kê re civiya ye. Bernameya serdanê hîn jî tê amadekirin. Sekreterê Giştî dixwaze di wê dema kurt a li Şamê û derdora wê de, heta ku ji destê wî were bi gelek deng û aliyên cuda yên Sûriyeyê re bicive.
Rûdaw: Gelo ew dê tenê li Şamê bimîne, an dê serdana herêmên ku piraniya wan Kurd in jî bike?
Stephane Dujarric: Plan ew e ku ji bilî serdana qadê ya ji bo baregeha UNDOFê, ew dê li Şamê û herêmên derdora Şamê bimîne.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, niha li Sûriyeyê mijareke girîng heye ku ji aliyê Kurdan ve li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî tê xwestin. Ew dixwazin bi Kurdî bixwînin. Gelo Sekreterê Giştî piştgiriyê dide vê daxwazê û dê vê yekê bi Serokkomar Ehmed Şer re bîne rojevê?
Stephane Dujarric: Hûn dizanin, ev pirsa ziman li gelek welatên cuda û di gelek çarçoveyên cuda de derdikeve holê. Wekî ku Sekreterê Giştî jî aniye zimên, em bi xurtî baweriyê bi girîngiya cihêrengiya zimanan tînin. Li wan welatên ku hindikahiyên mezin hene, divê rêz li nifûsa hindikahiyan bê girtin. Her wiha divê wisa li wan bê kirin ku ew hest bikin ku beşek in ji hemûya wî welatî.


