Hewlêr (Rûdaw) - Dozgeriya Belçîkayê ragihand ku jineke Kanadayî ya bi eslê xwe Çînî ku li navendeke NATOyê stajyer bû, bi tohmeta sîxuriyê hatiye girtin.
Dozgerê Belçîkayê di daxuyaniyekê de diyar kir, "Ew bi guman ji bo welatekî sêyem sîxuriyê dike û endama rêxistineke sûcê ye."
Hat ragihandin ku ji bo niha agahiyên zêdetir li ser nasname û navê wê nayên parvekirin.
Ev jin li Baregeha Bilind a Hêzên Hevpeyman ên Ewropayê (SHAPE) ya li bajarê Monsê yê Belçîkayê stajyer bûye.
Hêzên ewlehiyê yên SHAPEyê pêşî bi gumanên li ser wê jinê hesiyan û agahî dan Servîsa Îstixbarat û Ewlehiyê ya Giştî ya Belçîkayê (SGRS).
Ji ber ku sûcê sîxuriyê di bin desthilata Dozgeriya Federal de ye, dosye ji wan re hat şandin.
Polîsê Dadî yê Federal ê Charleroiyê 23yê Tîrmehê operasyonek kir.
Di çarçoveya operasyonê de li mala wê û li ofîsa wê ya li SHAPEyê lêgerîn hatin kirin.
Dadgerê lêpirsînê 24yê Tîrmehê biryara girtina wê da.
Dozgeriyê diyar kir ku ji bo selametiya lêpirsînê ew dê agahiyên zêdetir nedin.
Daxuyaniya SHAPEyê
Berdevkê SHAPEyê Martin L. O'Donnell da zanîn ku ew bi rayedarên Belçîkayê re di nava hevahengiyeke tam de ne û hemû piştgiriya pêwîst pêşkêş dikin.
Martin L. O'Donnell destnîşan kir ku ew li ser delîlan an jî hûrgiliyên lêpirsînê ti şîroveyan nakin û got:
"Di vê qonaxê de ti nîşane nînin ku asta amadehî ya operasyonel a NATO yan SHAPEyê, yan jî erkên wan zerer dîtibin.
SHAPE karên xwe bênavber didomîne."
Martin L. O'Donnell tekez kir ku NATO ji bo parastina karmendên xwe û ewlehiya agahiyên veşartî bi biryar e.



