Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ferman daye artêşa welatê xwe da ku êrişên leşkerî li Îranê rawestînin.
Bi vê gavê, zincîreya êrişên rojane yên ku 13 roj in dihatin kirin hat qutkirin.
Du çavkaniyên agahdar ji malpera Axiosê ya Amerîkayî re eşkere kir ku Donald Trump di nava du hefteyên borî de cara yekem e ku plana êrişê ya ku ji aliyê artêşa Amerîkayê ve hatiye pêşniyarkirin qebûl nekiriye.
Beriya niha di nava 13 rojên borî de wî rojane fermana bombebarankirina armancên Îranê dida û ev ferman di nava çend demjimêran de dihatin pêkanîn.
Hîn ne diyar e ka ev biryar demkî ye yan ev aramî dê bidome.
Şîrovekar dibêjin ku ev biryara Serokê Amerîkayê nîşaneya xwesteka wî ye da ku derfeteke zêdetir bide dîplomasiyê.
"Peyman stratejiyeke baştir e"
Çavkaniyan eşkere kir ku artêşa Amerîkayê planên xwe ji bo îhtîmala destpêkirina êrişên mezin ên leşkerî amade kirine.
Lê belê Trump hîn ti fermanên bi vî rengî nedane, her çi qasî hêzên ewlehiyê karibin di demeke kurt de xwe çalak bikin eger ferman ji wan re were dayîn.
Trump piştî derxistina fermanê, li Koşka Spî ji rojnamegeran re ragihand ku hîn jî bijardeya domandina êrişan an jî zêdekirina wan di destê wî de ye.
Wî her wiha got, "Dibe ku em hemû tiştên wan ji nav bibin."
Lê wî diyar kir ku stratejiya herî jîrane "peyman"a bi Îranê re ye û got:
“Em di vê demê de bi Îraniyan re diaxivin. Bi dîtina min roj bi roj zêdetir ciddî dibin. Em amade ne û me çekên xwe rakirine da ku em gavan biavêjin lê em bi wan re diaxivin."
Trump paşê di xwarineke fermî ya Komeleya Nûçegihanên Koşka Spî de got, "Ez bawer nakim di vê demê de Îran amadeyî peymanekê be lê ez amade me ku guhdarî bikim."
Şandeya Omanê li Tehranê ye
Ev biryara Trump a ji bo rawestandina êrişan, çend demjimêran piştî gihîştina şandeyeke dîplomatîk a Omanê ya roja înê ya Tehranê tê.
Ev şande bi mebesta gotûbêjkirina peymaneke nû ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê çûye Îranê.
Du çavkaniyên herêmê ragihand ku di dan û standinan de pêşketinên berbiçav çêbûne.
Bi gotina wan dibe ku dawiya vê hefteyê di navbera Oman û Îranê de peymanek were îmzekirin.



