Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê gef li Brîtanyayê xwarin û got, eger ew ji bo ku Amerîka êriş bike alîkariya wan bike dê êrişî welatê wan bike.
Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Muhibî li ser îhtimala ku welatên din alîkariya Amerîkayê bikin daxuyaniyek da.
Berdevkê Supaya Pasdaran a Îranê Husên Muhibî got:
"Her welatekî ku ji bo êrişkirina ser Îranê alîkariya Washingtonê bike, bêguman em dê êrişî wî bikin."
Husên Muhibî amaje bi wê yekê kir ku Amerîkayê Baregeha Asmanî ya RAF Fairfordê ya Brîtanyayê bi kar aniye û got:
"Di demên dawiyê de balafirên bombeavêj ên B-1ê yên Amerîkayê balafirgehên Brîtanyayê bi kar anîne.
Eger ew welat alîkariya Amerîkayê bike, ew jî dê bibe armanca me ya rasterast û rewa."
Berpirsên Brîtanyayê 23yê Tîrmehê ragihandibû ku Amerîkayê ji bo êrişa li Îranê balafireke şer a cureyê B-1ê li baregeheke leşkerî ya Brîtanyayê bi cih kiriye.
Ji dema ku Andy Burnham bûye Serokwezîrê Brîtanyayê ve, ev yekem peyman û destûra leşkerî ya bi vî rengî ye ku li nav axa Brîtanyayê tê kirin.
Îranê êrişî welatên herêmê jî kiriye
Ji destpêka şerê ku 28ê Sibatê dest pê kiriye ve, Îranê bi hinceta ku piştgiriyê didin Amerîkayê êrişî welatên herêmê jî kiriye.
Husên Muhibî diyar kir ku wan bi lêdana baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê zêdetirî 200 leşkerî kuştine û hejmareke zêdetir jî birîndar bûne.
Amerîkayê 13 rojan li ser hev êrişî binesaziya leşkerî ya Îranê kir.
Li hemberî vê yekê, Îranê jî bi hinceta ku zererê bide berjewendiyên Amerîkayê, bi dron û mûşekan êrişî welatên herêmê dikir lê ev 2 roj in şer û pevçûn hatine rawestandin.



