Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya New York Postê ya Amerîkayê ragihand ku hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê amadehiya "operasyona leşkerî ya herî aloz a dîrokê" dikin.
Armanca vê operasyonê ew e ku dest deynin ser uranyuma dewlemendkirî ya Îranê û wê ji baregehên atoml yên asê yên wî welatî derxînin.
Rojnameyê doh di raporekê de diyar kir ku dan û standinên taybet ên ji bo pirsgirêka atomê ya Îranê bi lez naçin pêş.
Alîkarê Birêvebirê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî (CSIS) ya li Washingtonê Joseph Rogers got:
"Bi baweriya min rêya herî guncaw a ji bo rizgarkirina ji kel û pelên atomê yên Îranê, herî kêm ji bo niha, tenê operasyoneke leşkerî ye."
Pêwîstî bi hezaran leşkeran heye
Li gorî çavkaniyeke nêzîkî plansaziya leşkerî ya Washingtonê, pêwîstiya vê operasyona aloz bi hezaran leşkerên bejahî heye da ku baregehên atomê kontrol bikin.
Her wiha pêwîst e hêz rûbirûyî bombeyên hatine vedan bibin û di heman demê de xwe bispêrin tîmên endezyariya avahîsaziyê da ku deriyên têkçûyî bikolin.
Bi gotina wî li gel vê yekê, divê hêzeke mezin a parastinê li derdora baregehan bê bicihkirin.
Li gorî raporeke malpera serbixwe ya The High Sideyê, ew hêzên ku dibe beşdar bibin ji van tîman pêk tên:
“Fîloya Zîvîn a Tîma Şeşan a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, Lîwaya Duyem a Rangersê û Yekîneya 21ê ya Amûrên Teqemeniyê ya Artêşa Amerîkayê ya bi navê Blackjacks"
Li gorî raporê, erkê sereke ya Yekîneya 21ê dê ew be ku bi temamî uranyuma dewlemendkirî ya li baregehên Fordo û Îsfehanê veguhêze.
Hat destnîşankirin ku van baregehan zerereke mezin dîtiye.
Zêdetirî 9 hezar kîlogram uranyum
Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA) di raporeke sala 2025an de ragihandibû ku zêdetirî 20 hezar pound (nêzîkî 9 hezar kîlogram) uranyuma dewlemendkirî ya Îranê heye.
Richard Goldberg ku di heyama yekem a îdareya Trump de wekî Birêvebirê Rûbirûbûna Çekên Komkujî yên Îranê li Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê (NSC) xebitiye, qala pirsgirêka hiştina hêzan û veguhastina kel û pelan a bi balafiran kir.
Goldberg got ku Îran di van demên dawî de mijûlî qahîmkirina baregeha Îsfehanê bûye û wê bombe li wê derê vedane.
Ji ber vê yekê wî eşkere kir ku "nabe ku êriş ji nişka ve bê kirin."
Her wiha, li gorî raporeke meha borî ya kanala CNNyê ya Amerîkayî, Îranê ji bo rûbirûbûna her êrişekê gelek mayîn û teqemenî di nav tunelên baregeha Îsfehanê de bicih kirine.
Ajansa APyê jî berê wêneyên peykê yên Îsfehanê belav kiribûn ku qahîmkirinên wê derê bi eşkereyî diyar dibûn.
Çiyayê Quling bûye armanceke nû
Piştî ku raporan eşkere kir ku Tehranê meha borî bi sedan amûrên santrîfujê veguhastine wî cihî, Çiyayê Quling ê li navçeya Netenzê bûye armanceke nû ya Amerîkayê.
Goldberg destnîşan kir ku dibe operasyona li Çiyayê Quling wekî wê operasyona li dijî serokê berê yê Venezuelayê be ku li nav Koşka Serokatiyê ya Caracasê hatibû kirin û ev agahî dan:
"Di operasyoneke wiha de hêz derbasî nav dibin, teqemeniyan bi cih dikin û bi lez derdikevin. Ev rêbaz ji yên baregehên Fordo û Îsfehanê cuda ye ku Amerîkayê li wan deran bombeyên rûxîner (bunker buster) bi kar anîbûn."



