Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê di dema xwenîşandana LGBTyiyan de otomobîlekê da nav li qerebalixiyê.
Di bûyerê de jinek mir û herî kêm 16 kes jî birîndar bûn.
Metirsiya li ser jiyana hinek birîndaran didome.
Otomobîl çû nava qerebalixê
Li Berlîna paytexta Almanyayê pîrozbahiyên Roja Christopher Streetê (LGBT) dihatin kirin.
Derdorê demjimêr 22:00an li nêzîkî Meydana Potsdamerê (Potsdamer Platz) otomobîlek çû nava qerebalixê.
Polîsan eşkere kir ku li cihê bûyerê jinek miriye û 16 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku rewşa hinek birîndaran giran e û metirsiya li ser jiyana 3 kesan didome.
Li gorî agahiyên destpêkê, otomobîl li nêzîkî Kolana Lenneyê (Lennestrasse) ketiye nava xelkê û piştî ku li darekê qelibiye rawestiyaye.
Polîsan ragihand ku şofêr ji cihê bûyerê reviyaye û ji bo girtina wî xebat didomin.
Gumanbar cîhadiyekî 21 salî ye
Polîsan piştî nîvê şevê daxuyaniyek da.
Wan di daxuyaniyê de eşkere kir ku nasnameya kesê gumanbar hatiye tespîtkirin.
Tê gotin ku gumanbar Abdul Byê 21 salî ye û ew kes girêdayî derdorên cîhadî yên li Berlînê ye.
Ji bo girtina wî dest bi operasyoneke berfireh hatiye kirin.
Berdevkê Polîsan Florian Nath eşkere kir ku ew kes li cem polîsan qeydkirî ye û wekî endamekî derdorên Îslamî yên li Berlînê tê dîtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Dpayê, gumanbar meha gulanê ji girtîgehê hatiye berdan.
.webp&w=3840&q=75)


