Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dewletê yê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku wan li herêmên cuda yên Rûsyayê êrişî tesîsên petrolê û termînaleke hinardeyê (îxracatê) kiriye.
Volodymyr Zelenskyy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Wî diyar kir ku wan bi çekên dûravêj êrişên xwe yên li ser hedefên li Rûsyayê domandine.
Zelenskyy eşkere kir ku wan vê şevê êrişî herêma Rostovê ya Rûsyayê kiriye û li ser êrişê got:
"Me li termînaleke hinardeyê xist ku nêzîkî 250 kîlometreyî dûrî xeta eniyê ye."
Serokê Ukraynayê her wiha da zanîn ku wan li herêma Yaroslavlê û Komara Udmurtyayê jî li tesîsên petrolê xistiye.
Ev herêm 1300 kîlometreyan dûrî sînorê dewleta Ukraynayê ne.
Zelenskyy dîmenên êrişan jî bi raya giştî re parve kirin.



