New York (Rûdaw) - Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq ragihand ku ji ber ku dema Antonio Guterres kêm bû nekarî bi Mezlûm Ebdî re bicive.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, di ziyareta xwe ya Sûriyeyê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re neciviya.
Rûdawê sedema vê yekê ji Berdevkê Neteweyên Yekbûyî pirsî.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq, sedema necivîna Guterres a bi Mezlûm Ebdî re bi kêmbûna demê û bernameyê ve girêda.
Rûdawê li ser necivîna Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya bi Mezlûm Ebdî re çend pirs ji Berdevkê Neteweyên Yekbûyî kirin.
Pirs û bersivên di navbera Rûdawê û Ferhan Heq de wiha ne:
Rûdaw: Pirsek min li ser serdana Sekreterê Giştî ya ji bo Sûriyeyê heye. Hefteya borî Stephane Dujarric gotibû ku dê Sekreterê Giştî bi dengên cuda yên Sûriyeyê re bicive. Wî gotibû ku dê bi gelek kesan re bicive. Ez dixwazim bizanibim, gelo ew bi nûnerên aliyên Kurdan re, bi taybetî jî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî re civiya? Çimkî Mezlûm Ebdî ji bo paşeroja welêt niha bi Serok Ehmed Şer û hikûmeta Sûriyeyê re di nav dan û standinan de ye.
Ferhan Heq: Ew bi serkirdeyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk re neciviya. Lê di dema mana xwe ya li wê derê de, ew bi komeke pirreng a pêkhateyên neteweyî yên Sûriyeyê re civiya. Her wiha ez bala we dikişînim ser wan axaftinên ku wî ji rojnamegeran re kirine û tê de qala civînên xwe yên cuda kiriye.
Rûdaw: Lê General Mezlûm Ebdî li Sûriyeyê kesayetiya herî girîng a Kurd e. Çima ew pê re neciviya? Çima neçû Rojavayê Kurdistanê?
Ferhan Heq: Astengiya bernameya demê hebû, lewma nekarî bi awayekî berfireh li welêt bigere. Di bingehê de çû Şamê û paşê doh vegeriya Urdinê. Di dema mana xwe ya li Şamê de, bi awayê herî baş hewl da ku bi nûnerên cuda re bicive.
Rûdaw: Biborin, ev tenê pirsa dawî ya li ser vê mijarê ye. Gelo hûn dibêjin wî hewl daye ku bi General Mezlûm Ebdî re bicive lê ji ber lihevnehatina bernameyan nekarîne hev bibînin?
Ferhan Heq: Nekarîbû wan hemû civînan pêk bîne ku eger mana wî dirêjtir bûya dê pêk bianiya. Lê wekî min got, hewl da ku bi koma herî berfireh a Sûriyeyiyan re bicive ku jê re pêkan bû.


