Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qinghaiyê ya li rojavayê Çînê erdhejeke bi hêza 5,6 pileyan rû da.
Tora Çavdêriya Sîsmîk a GEOFONê ya Almanyayê ragihand ku erdhejê vê sibehê saet 03:34an (bi dema GMT) rû daye.
Navenda erdhejê li kordînatên 99.54°E û 35.36°N bûye.
GEOFONê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 10 kîlometre bûye.
Erdhejên ku kûrahiya wan kêm e, bandoreke zêdetir li ser rûyê erdê dikin.
Heta niha rayedarên Çînê li ser xisarên canî yan zererên madî ti daxuyanî nedane.


