Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Washingtona paytexta Amerîkayê merasîma fermî ya xatirxwestina ji Senator Lindsey Grahamê dostê Kurdan re tê lidarxistin.
Li gorî bernameyê, termê Graham saet 17:00an (bi dema Hewlêrê) dibin avahiya Kapîtolê da ku di bin çavdêriya tîmên taybet ên hêzên çekdar de rêz li xizmetên wî were girtin.
Trump dê biaxive
Merasîma sereke saet 21:00an (bi dema Hewlêrê) li Katedrala Niştimanî ya Washingtonê dest pê dike.
Di merasîmê de Serokê Amerîkayê dê biaxive.
Her wiha Serokwezîrê Îsraîlê û Serokê Ukraynayê amade dibin da ku rêzê li vî senatorî bigirin ku ji bo her du welatan dostekî stratejîk bû.
Dostekî mezin ê Kurdan bû
Lindsey Graham ne tenê dostê wan welatan bûn, ew dostekî mezin û diyar ê Kurdan jî bû.
Beriya mirina xwe û bi taybetî di dema êrişên li Rojavayê Kurdistanê, wî Projeyasaya Parastina Kurdan pêşkêşî Senatoya Amerîkayê kiribû.
Senatorê Komarî yê Karolînaya Başûr a Amerîkayê Lindsey Graham 11ê Tîrmehê di 71 saliya xwe de koça dawî kiribû.


