Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Lîbyayê ya li Bingaziyê ragihand ku wan zêdetirî 117 hezar û 350 koçberên neyasayî yên ji neteweyên cuda dersînor kirine.
Serokwezîr Osama Hemed li ser koçberiya neyasayî axivî û diyar kir ku ev mijar girêdayî serweriya neteweyî û ewlehiya welêt e.
Hemed xwest ku kontrolên li ser sînoran werin şidandin û li dijî torên qaçaxçîtiya mirovan xebatên xurtir werin kirin.
Wî her wiha bang kir ku di navbera saziyên dewletê de hevahengiyeke xurt hebe.
Vegera bi daxwaza xwe
Hikûmetê ragihand ku zêdetirî 100 hezar Sûdaniyan ji bo bernameya vegera bi daxwaza xwe navên xwe tomar kirine.
Hat eşkerekirin ku geştên asmanî yên ji bo vegerandina wan welatiyên Sûdanê dest pê kiriye.
Rêzikên nû heta sala 2026an
Di çarçoveya tedbîrên nû de, hikûmetê biryar da ku dema sererastkirina rewşa karkerên biyanî heta dawiya sala 2026an were dirêjkirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku ew biyanîyên ku nexweşiyên wan ên vegir hene yan jî li ser ewlehiyê metirsî ne, yekser werin dersînor kirin.
Hikûmetê her wiha da zanîn ku ew dê ji bo kêmkirina koçberiya neyasayî li gel welatên cîran hevahengiyê bikin.
Rewşa siyasî ya Lîbyayê
Lîbya niha di navbera du hikûmetên rîkeber de dabeş bûye.
Hikûmeta Yekîtiya Niştimanî ya bi serokatiya Abdulhemîd Dibeybe li Trablûsê ye û ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin.
Hikûmeta din jî ya bi serokatiya Osama Hemed e ku li Bingaziyê ye û ji aliyê Meclisa Nûneran ve hatiye erkdarkirin.
Neteweyên Yekbûyî bi salan e hewl dide ku li welêt lihevkirineke siyasî pêk bîne da ku hilbijartin werin kirin.
Xelkê Lîbyayê hêvî dike ku bi rêya hilbijartinan dawî li şer û pevçûnên navxweyî were ku ji dema rûxandina Muemer Qedafî ya sala 2011an ve berdewam dikin.


