Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê erdhejeke bi hêza 7,1 pileyan rû da û piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê ragihand ku erdhej li peravên Girava Kyushuyê çêbûye.
Li gorî agahiyan, navenda erdhejê li nêzîkî parêzgeha Kumamotoyê ye.
Hişyariya tsunamiyê
Saziya ragihandina giştî ya Japonyayê (NHK) piştî erdhejê hişyarî da.
NHKyê diyar kir ku eger heye li peravan pêlên tsunamiyê bi qasî metreyekê bilind bibin.
Hikûmeta Japonyayê ji bo 8 parêzgehan hişyariya rewşa awarte da.
Parêzgehên wekî Kumamoto, Nagazaki, Kagoshima, Fukuoka, Saga, Oita û Miyazakiyê di nav wan herêman de ne ku hişyarî li wan hatiye dayîn.
Heta niha li ser zererên erdhejê ti agahî nehatine dayîn.


