Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ew ji bo gihîştina peymaneke baş bi Îranê re dan û standinan dikin.
Trump hişyarî da ku eger ew negihîjin lihevkirinekê, ew dê di nav kêmtirî rojekê de hemû pirên sereke û santralên elektrîkê yên wî welatî têk bibin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji kanala Fox Newsê re axivî.
Donald Trump diyar kir ku Amerîkayê "Îran ji aliyê leşkerî ve bi temamî rûxandiye."
Trump îdia kir ku êdî hêzên deryayî û asmanî yên Îranê nemane.
Wî destnîşan kir ku artêşa Îranê xisareke mezin dîtiye û piraniya pergalên wê yên parastina asmanî û çekên wê ji holê hatine rakirin.
"Çêtir e ku em bigihîjin peymanekê"
Tevî vê tabloya wêranker jî Trump got, "Li şûna ku em herêmên din ên welêt jî bikin xirbe, çêtir e ku em bi Îranê re bigihîjin peymanekê."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Îraniyan qebûl kiriye ku nebin xwediyê çekên nukleerê. Wî got ku tenê pêwîst e peyman bi fermî were qebûlkirin.
Trump anî zimên ku Senatorê Komarî Lindsey Grahamê ku her tim li hemberî Îranê xwedî helwesteke tund e jî, êdî bawer dike ku peymanek ji rûxandina temamî ya Îranê çêtir e.
"Ez dê santralan di rojekê de bi erdê re bikim yek"
Trump bal kişand ser pozîsyona xurt a Amerîkayê ya li hemberî Tehranê û wiha pê de çû:
"Eger Îran bi me re negihîje peymanekê, ez dê vegerim û karê xwe temam bikim. Hinek Komarî jî dixwazin ez vebijêrkên leşkerî bidomînim.
Ez dikarim piraniya pirên sereke yên Îranê di nav saetekê yan jî herî zêde du saetan de bi asanî têk bibim.
Her wiha ez dikarim hemû santralên elektrîkê di rojekê de bi erdê re bikim yek."
Trump anî zimên ku çêkirina pirekê dê 10 salan biajo. Wî diyar kir ku eger ew gaveke wiha biavêjin dê 91 milyon Îranî bê elektrîk û bê pir bimînin. Dê jiyana wan bikeve rewşeke gelekî krîtîk.
Trump got, "Eger ez karibim xwe ji vê yekê bidim alî ez dê kêfxweş bibim.
Lê eger ew peymanê nekin, ew bi xwe jî gelekî baş dizanin ku ez dê vê gavê biavêjim."
"Çima tu ji hemû cîhanê re eşkere dikî?"
Trump di berdewamiya axaftina xwe de qala baregeha Çiyayê Kulangê ya li Îranê jî kir. Wî diyar kir ku ew wê derê wekî "pirsgirêkeke mezin" nabîne.
Trump rexne li Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu girtin. Wî got ku Netanyahu zanyariyên derbarê wê baregehê de eşkere kirine.
Trump got, "Pêwîstiya min bi Bibî (Netanyahu) nîne ku vana ji min re bibêje. Ew van tiştan dibêje çimkî dixwaze me di nav şer de bihêle.
Dema min bihîst ku wî ev eşkere kiriye, min jê re got, 'Çima te tenê ji min re negot? Çima tu mecbûr î ji hemû cîhanê re eşkere bikî?'"
Trump da zanîn ku Hêzên Fezayê yên Amerîkayê û kamerayên herî baş ên cîhanê di destê wan de ne.
Bi saya wan ew bi temamî dizanin bê li wî çiyayî çi diqewime. Trump gef xwar û got, "Eger em negihîjin peymanekê, em dê wê baregehê jî bi asanî têk bibin."
"Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye"
Serokê Amerîkayê li ser rêyên deryayî jî axivî. Wî destnîşan kir ku dorpêça deryayî ya ku niha li ser Îranê tê sepandin gelekî tund e û got, "Kes nikare derbas bike."
Trump qebûl kir ku Îran dikare hinek mayînan dayne nav deryayê û aloziyê derxe. Lê wî got, "Lê belê Tengava Hurmizê di bin kontrola me de ye."
Trump bal kişand ser wê yekê ku ew dê êdî destûrê nedin ku Îran peymanan bin pê bike.



