Hewlêr (Rûdaw) - Nicolas Sarkozy diyar kir ku Rojava serdestiya xwe ya li ser cîhanê winda kiriye û êdî hêza serdest a cîhanê ber bi Rojhilat ve diguhere.
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy her wiha xwest ku di sîstema Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê de sererastkirin werin kirin çimkî ew sîstem "êdî bi kêr nayê."
Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy li ser guherînên demografîk û jeopolîtîk ên cîhanê daxuyaniyek axivî û got:
"Îro eger tu Amerîka û Ewropayê bînî ba hev, nifûsa Rojava ji 800 milyonî kêmtir e lê li aliyê din nifûsa Asyayê 4 milyar e."
Sarkozy di wê baweriyê de ye ku demografî dîrokê ava dike, ne berovajî wê û ji ber vê yekê jî anî ziman, "Em li Rojava bûne kêmîne."
Serokkomarê berê yê Fransayê rewşa niha ya Rojava bi serdema Louisê 16an (salên 1774 heta 1794an) re da ber hev û got ku wê demê welatên Rojava çavkaniya rûdanên cîhanê bûn lê "ew dem bi dawî bû."
Sarkozy her wiha anî ziman:
"Berê em li cîhanê serdest bûn lê niha li ser me serdest dibin û hêza serdest a cîhanê ji Rojava ber bi Rojhilat ve diguhere.
Eger hûn vê nabînin, ez nizanim pêdiviya we bi çi heye."
Sarkozy di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û got:
"Eger em fêhm nekin ku divê em bi lez pêkhateya endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê biguherînin, Neteweyên Yekbûyî dê di demên qeyranan de wekî amadenebûyeke mezin bimîne."
Sarkozy mînakên çend welatên bibandor dan ku ne endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ne.
Wî welatên wekî Hindistana ku nifûsa wê ya herî zêde li cîhanê heye, Japonyaya ku yek ji aboriyên herî mezin ên cîhanê ye û her wiha welatên Afrîka û Amerîkaya Başûr wekî mînak nîşan dan û pirsî:
"Em di sedsala 21ê de ne lê hîn jî saziyên me yên sedsala 20an hene.
Hûn çawa li bendê ne ku bi vê sîstemê em li ser Rûsya, Ukrayna, Xeze, Îsraîl, Qerebax, Ermenistanê û Azerbeycanê biaxivin? Ev nabe."
Guherîna yasayên lîstikê
Serokkomarê berê yê Fransayê amaje bi bipêşketina bilez a nifûsa cîhanê kir ku di temenê mirovekî de (xwe) ji 2,5 milyarî derketiye 7,5 milyarî û her wiha pêşbînî kir ku nifûsa Afrîkayê bigihêje 2,5 milyarî.
Sarkozy li ser rewşa Rojava zêdetir axivî û got:
"Tekanê rêya me ya serkeftinê teknolojî nîne çimkî li Shenzhena Çînê bi qasî Geliyê Siliconê yê Amerîkayê teknolojî heye.
Divê em ji metirsiyan fêm bikin û divê em wêrek bin.
Ji bo ku di nav sîstema demokrasiyê de diyaloga li ser asta cîhanî geş bibe, divê em yasayên lîstikê biguherînin.
Ji bo min tiştek ji vê girîngtir nîne."
Nicolas Sarkozy di navbera salên 2007 û 2012an de Serokkomarê Fransayê bû.



