Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî civiyan.
Ev hevdîtina wan yekem e piştî ku wan bi hev re dest bi şerê li dijî Îranê kir.
Ev hevdîtin ji bo Netanyahu wekî derfetekê tê dîtin da ku pêwendiyên xwe yên bi Trump re asayî bike.
Hevdîtineke “erênî û berhemdar”
Li gorî Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê hevdîtin li pişt deriyên girtî hat kirin û nêzîkî saet û nîvek ajot.
Leavittê civîn wekî "erênî û berhemdar" pênase kir. Koşka Spî heta niha hûrgiliyên zêdetir belav nekirine.
Tevî ku beriya hevdîtinê nîşanên aloziyê di navbera her du serokan de hebûn jî, Netanyahu piştî civînê li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyaniyek da.
Wî hevdîtina xwe ya bi Trump re bi rengê “gelekî hêja” nirxand.
Netanyahu bi Îbrî axivî û got, "Dema ez dibêjim hêja, ez vê yekê ji ser re nabêjim.
Ew gotûbêjek bû ku tê de hevbeşiyeke tam û piştgiriyeke dualî hebû.
Em li ser armanca hevpar a nehiştina çekên nukleerê yên Îranê û armancên din gihîştin lihevtêgihiştinê.
Ew yek ji gotûbêjên herî baş bû ku min bi Serokê Amerîkayê û dostê me Donald Trump re kir.”
Zextên navxweyî zêde dibin
Ev hevdîtin di demekê de tê kirin ku her du serok jî li welatên xwe rastî zextên zêde tên.
Hilbijartinên Îsraîlê nêzîk dibin û Netanyahu di rewşeke zehmet de ye.
Ev rewşa wî beşek jî ji ber xerabbûna pêwendiyên wî yên bi Trump re ye.
Li aliyê din, Trump jî di bin zextê de ye. Şerekî ku nayê xwestin û aboriya Amerîkayê xera kiriye didome.
Beriya hilbijartinên navber ên meha çiriya paşîn, ev şer bûye sedema bihabûna kel û pelan û zextê li Trump dike da ku dawî li şer bîne.
"Çima tu ji cîhanê re eşkere dikî?"
Trump beriya hevdîtinê hinek nerazîbûnên xwe nîşan dabûn.
Netanyahu plan dikir ku agahiyên îstixbaratî yên derbarê Çiyayê Kulengê de bi Trump re parve bike
Ev çiya navendeke potansiyel a nukleerê ya Îranê ye û Serokê Amerîkayê çend caran gefa bombebarankirina wê derê xwariye. Trump ji vê plana Netanyahu ne razî bû.
Trump ji Fox Newsê re axivî û got, "Ez bi temamî dizanim bê li Kulengê çi diqewime."
Wî îdia kir ku karên Îranê yên li wir "ne pirsgirêkeke mezin e."
Trump destnîşan kir ku Netanyahu dixwaze wî di nav vî şerî de bihêle û got, "Bibî van tiştan ji min re dibêje çimkî dixwaze ez di nav lîstikê de bimînim."
Serokê Amerîkayê nerazîbûna xwe ya li hemberî hevpeymanê xwe wiha anî zimên, "Çima tu mecbûr î ji cîhanê re eşkere bikî?"
Îsraîl ketiye rêza paş
Her du serokan li ser peymana Amerîka û Îsraîlê ya bi Libnanê re û berfirehkirina Peymanên Birahîmê (Abraham Accords) jî axivî.
Trump duşemê li ser pirseke têkildarî lihevkirina bi Netanyahu ya li ser Îranê gotibû, "Cudahiya me hinekî heye lê em nêzîkî hev in."
Gava ku Trump û Netanyahu di meha sibatê de dest bi şerê Îranê kir, eniyeke wan a yekgirtî hebû.
Armanca wan têkbirina serkirdayetiya Îranê bû. Lê Îranê bersiv da.
Îranê bi dron û mûşekan êrişî baregehên Amerîkayê û bajarên Kendavê kir. Her wiha Tengava Hurmizê xitimand.
Ji ber van êrişan, Trump him li navxweya Amerîkayê û him jî ji aliyê hevpeymanan ve kete bin zexteke mezin da ku dawî li şer bîne.
Trump berê xwe da peymanekê bi Tehranê re û ev yek jî bû sedem ku Netanyahu li derveyî lîstikê bimîne.
Netanyahu dixwest ku şerê li dijî Îranê û Hizbulahê bidome.
Niha nakokiyên Netanyahu bi Trump û Alîkarê Serok JD Vance re bi eşkereyî derketine holê.
Rojnamegerê Îsraîlî Amit Segal duşemê di rojnameya Israel Hayomê de nivîsî:
"Amerîkayî bi eşkereyî ji Îsraîliyan re dibêjin ku yên vî şerî bi rê ve dibin ew bi xwe ne. Ji bo her kesî eşkere ye ku Îsraîl ketiye rêza paş."
Bernameya nukleerê ya Îranê
Bi zêdebûna aloziyên van demên dawiyê, Netanyahu xwest ku agahiyên îstixbaratî yên li ser bernameya nukleerê ya Îranê bi Trump re parve bike.
Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî Danny Danon roja sêşemê li New Yorkê ji rojnamegeran re daxuyand ku Netanyahu dixwaze bizanibe bê Trump dê di roj û hefteyên pêşiya me de çi bixwaze.
Danon got, "Ez nikarim ji we re bibêjim bê dê ber bi kîjan aliyî ve biçe. Vebijêrkên cuda hene.
Em ji bo hemû senaryoyan amade ne û em dê bi Serok re li ser biaxivin."
Netanyahu jî roja yekşemê ji Fox Newsê re gotibû ew dixwaze bi Trump re rûne û bizanibe bê plana Trump a ji bo Îranê çi ye.
Netanyahu diyar kiribû, "Biryar di destê wî de ye. Eger ew karibe bêyî şerekî dijwar vê yekê bike, pir baş e. Çima na? Lê divê ew dawî li bernameya xwe ya nukleerî bînin."
Li Xeze û Libnanê gavên nû
Netanyahu hewl dide Trump îqna bike. Trump berê gotibû ku di êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê de "gelek kes tên kuştin."
Ji bo vê yekê Îsraîlê li Xeze û Libnanê hinek gavên nû avêtin.
Li Libnanê, Îsraîlê razîbûna xwe nîşan da ku artêşa Libnanê wekî bernameyeke ceribandinê li hinek gundan bi cih bibe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê duşemê ragihand ku dê hefteya bê li Romayê dan û standinên Îsraîl û Libnanê bidomin.
Li Xezeyê jî kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê roja yekşemê rê da ku endamên yekem ên hêza aramiya navneteweyî derbasî herêmê bibin.
Ev hêz (ku leşkerên ji Fas û Ugandayê tê de ne) dê tenê li herêmeke biçûk a Refehê bi cih bibe.
Tevî van gavan jî êrişên Îsraîlê yên ku dibin sedema kuştina sivîlan didomin.
Piştgiriya ji bo Îsraîlê kêm dibe
Îsraîlê li Amerîkayê piştgiriyeke girîng ji dest daye, bi taybetî ji ber şerê Xezeyê.
Di hezîranê de, JD Vance hişyarî dabû rayedarên Îsraîlê ku Trump tenê dostê wan ê di nav serokên cîhanê de ye.
Hat zanîn ku JD Vance jî tevlî civîna bi Netanyahu re bûye.
Li gorî rapirsiya AP-NORCê ya vê mehê, piştgiriya xelkê Amerîkayê ya ji bo Îsraîlê gelekî kêm bûye.
Şîrovekarê siyasî yê rojnameya Maarivê ya Îsraîlê Ben Caspit rewşê wiha nirxand, "Me Amerîka ji dest da. Spas Bibî."



