Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser derbasbûna koçberan a nav axa Spanyayê ragihand, ew karesat e û wekî wê yekê ye ku bi sed hezaran kes biçin welatekî dagir bikin.
Trump hişyarî da û got, eger Komarî di hilbijartinan de bi ser nekevin dê ew karesat were serê Amerîkayê jî.
Bûyera derbasbûna bi dehan hezar koçberan a Spanyayê, di rojeva siyaseta Amerîkayê de bû mijareke germ.
Şerê Îranê û krîza koçberan
Heta niha Demokratan şerê Îranê wekî krîzekê bi nav dikir da ku Komariyan lawaz bikin.
Niha jî Komarî pêla koçberên neyasayî ya ber bi Spanyayê ve li dijî Demokratan bi kar tînin.
Komarî dibêjin, eger di hilbijartinên pêşiya me de Demokrat bi ser kevin dê rewşeke xirabtir were serê Amerîkayê.
Elon Musk piştrast kir
Alîkarê Birêvebirê Koşka Spî yê Karûbarên Siyaset û Asayîşa Niştimanî di peyamekê de bangî xelkê Amerîkayê kir.
Wî ragihand ku Demokratan di 4 salên serdema Biden de her roj ev karê ku li Spanyayê rû daye li Amerîkayê dikir.
Karsazê navdar Elon Musk jî di bersiva wê postê de nivîsiye, "Rast e."



