Dusseldorf (Rûdaw) - Pêla nêzîkî 50 hezar koçberên neqanûnî ya ji Mexribî ber bi axa Spanyayê ve, krîzeke siyasî ya mezin di nav Yekîtiya Ewropayê de derxistiye holê.
Ev pêl di çend demjimêrên borî de pêk hat û bû sedem ku çend welat, bi taybetî jî Îtalya, daxwaz bikin ku Spanya ji Herêma Schengenê were derxistin.
Nobedar kontrola sînoran nekir
Sedema sereke ya çêbûna vê pêlê ew e ku nobedarên sînor ên li aliyê Mexribê bi awayekî demkî sînor kontrol nekir.
Bi vê yekê re di nav koçberan de gotegotên vekirina sînorên navbera Spanya û Mexribê belav bûn.
Koçberan bi komî sînor derbas kir û çûn nav axa Spanyayê.
Mafê mayînê ji bo nîv milyon kesî
Di vê demê de Spanya ji bo koçberan bûye cihekî balkêş.
Ev yek piştî wê hat ku hikûmeta Madrîdê dest bi dayîna mafê mayînê yê ji bo nîv milyon koçberên neqanûnî kir.
Armanca hikûmeta Spanyayê ji vê pêngavê, zêdekirina destê kar û vejandina aboriya welat e.
Lê ev biryar bûye sedem ku gelek koçber bixwazin berê xwe bide wî welatî.
Îtalya û welatên din dilgiran in
Ev siyaseta Spanyayê, welatên din ên endam ên Yekîtiya Ewropayê dilgiran kiriye û Îtalyayê bertekeke tund nîşan da.
Sedema dilgiraniyê jî ew e, gava koçberek li Spanyayê mafê mayînê werdigire, dikare bi hêsanî û bêyî vîzeyê biçe welatên din ên Ewropayê.
Li gorî rêzikên peymana Schengenê ya ku di navbera beşeke zêde ya welatên Ewropayê de hatiye îmzekirin, her kesê ku bi awayekî qanûnî yan jî bi rêya wergirtina mafê mayînê biçe nav welatekî endam, azadiya wî ya hat û çûnê ya li seranserê herêma Schengenê çêdibe.
Ev yek di vê demê de ji bo dengder û serkirdeyên siyasî yên Ewropayê mijareke hestiyar û nexwestî ye.
Ji ber wê yekê jî beşek ji welatan daxwaz dikin ku Spanya ji wê peymanê were derxistin.


