Hewlêr (Rûdaw) - 12 sal bi ser komkujiya Kurdên Êzidî ya bi destê DAIŞê re derbas dibin.
Pirsgirêka rizgariyan û dadperweriyê di lûtkeya girîngiya civaka navneteweyî de maye.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi rêya şopandineke hûr, helwesta 6 welatên bibandor ên cîhanê ya li ser dosyeya Kurdên Êzidî wergirt.
Ev welat bi rêya wezaretên xwe yên karên derve û balyozxaneyên xwe, amarên dawî yên bicihkirina penaberên Kurdên Êzidî û stratejiya xwe ya ji bo cezakirina encamderên tawanan ji Rûdawê re eşkere dikin.
Birêvebirê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaîdî tekezî li ser berdewamiya hewldanan kir û got:
"Bi ferman û rênimayên rasterast ên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêvajoya lêgerînê berdewam dike û heta ku revandiyek jî bimîne em ranawestin."
Ofîsa Penaberan a Almanyayê: 135 hezar û 603 daxwazên Êzidiyan gihîştine ber destê me
Birêvebiriya Ragihandinê ya Ofîsa Penaber û Koçberan a Hikûmeta Federal a Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji sala 2014an heta nîvê îsal, 135 hezar û 603 daxwazên Kurdên Êzidî yên ji bo mafê mayînê gihîştine ber destê wan.
Piraniya wan daxwazan ên cara yekem bûne.
Li gorî wan amarên ku ketine destê Rûdawê, ji wê hejmarê 124 hezar û 330 daxwaz "cara yekem" hatine tomarkirin.
Her wiha 11 hezar û 273 daxwaz jî wekî "daxwaza duyem, sêyem, çarem û zêdetir" hatine tomarkirin.
Amar nîşan didin ku salên 2015 û 2016an lûtkeya pêla koça Kurdên Êzidî ya ber bi Almanyayê ve bûye.
Sala 2016an bi tomarkirina 43 hezar û 708 daxwazan, rêjeya herî bilind a di dîroka koça vê Kurdên Êzidî de hatiye tomarkirin.
Tabloya dabeşbûna daxwazan a di salên cuda de bi vî rengî ye:
· 2014: 10 hezar û 782 daxwaz
· 2015: 21 hezar û 490 daxwaz
· 2016: 43 hezar û 708 daxwaz
· 2017: 13 hezar û 879 daxwaz
· Îsal (heta 30ê Hezîrana 2026an): Hezar û 81 daxwaz hatine tomarkirin
Ofîsê eşkere kir ku piştî komkujiya 2014an Almanyayê Kurdên Êzidî wekî komeke "çewisandî" nas kirin.
Tenê endamtiya di wê koma olî de ji bo wergirtina mafê penaberiyê bes bû lê ji ber lawazbûna rêxistina DAIŞê ya sala 2017an, siyaseta Almanyayê guheriye.
Ofîsê amaje pê kir ku ji dawiya sala 2017an ve êdî Kurdên Êzidî wekî "komeke çewisandî nayên hejmartin."
Daxwazên wan wekî daxwazên kesane tên nirxandin.
Ev jî ji bo wê yekê ye ku were zanîn ka di egera vegerandina kesan a welatê wan de îhtimala rûbirûbûna metirsiyê heye yan na.
Ofîsê da zanîn ku ew piştgiriya Kurdên Êzidî dikin û dixwazin beşdarên komkujiyê werin cezakirin.
Berdevkê Balyozxaneya Awistralyayê ya Îraqê: Nêzîkî 4 hezar Êzidî li welatê me ne
Berdevkê Balyozxaneya Awistralyayê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta wan berdewam e li ser parastina mafê Kurdên Êzidî yê ji bo jiyaneke aram.
Wî diyar kir ku ev parastin hem di asta pêwendiyên dualî de hem jî di civînên navneteweyî de berdewam dike.
Her wiha wî eşkere kir ku nêzîkî 4 hezar Kurdên Êzidî li Awistralyayê bi cih bûne.
Berdevkê Balyozxaneya Awistralyayê ya Îraqê ji Rûdawê re got:
"Em bi wê tecrubeya metirsîdar a xulamtiya seksî, şkence, komkujî û hovîtiya ku civaka Êzidî bi destê DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê dîtine dihesin."
Wî amaje pê kir ku Awistralya endameke çalak a Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ye.
Her wiha Awistralya pêbendî têkbirina wê rêxistina tundrew û komên din ên tundrew e.
Berdevkê balyozxaneyê da zanîn ku toreke wan a bihêz a pêwendiyan bi kesayetiyên Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê re heye.
Ew bi berdewamî li ser mijarên girîng gotûbêjê dikin.
Di vê çarçoveyê de, Çiriya Pêşîn a 2025an Balyozê Awistralyayê yê Bexdayê gul danîn ser monumenta Komkujiya Kurdên Êzidî ya li Şingalê.
Ew her wiha bi kesayetiyên diyar û endamên civakê re civiya.
Li ser hişyarkirina cîhanê ya li ser dosyeya Kurdên Êzidî de, berdevkê balyozxaneyê eşkere kir ku Tîrmeha 2025an Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Awistralyayê pêşangeheke vîdeoyî saz kiriye.
Navê pêşangehê "Kes Guh Nade" bû û armanca wê bilindkirina asta hişyariya giştî ya li ser wan pirsgirêkan bû ku civaka Kurdên Êzidî pê re rûbirû dibe.
Balyozxaneya Awistralyayê eşkere kir ku niha diyasporaya Kurdên Êzidî ya li Awistralyayê ku hejmara wan nêzîkî 4 hezar kesî ye, bi rêya dan û standina çandî ya dewlemend, beşdariyeke xurt û hêja di civaka Awistralyayê de dikin.
Wezareta Penaberan a Kanadayê: Hezar û 400 welatiyên Êzidî li welatê me ne
Birêvebiriya Ragihandinê ya Wezareta Penaber û Koçberan a Kanadayê ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya hewldanên mirovî yên ji bo parastina kesên bêderfet de, heta niha zêdetirî hezar û 400 Kurdên Êzidî, rizgariyên destê DAIŞê û xizmên wan hatine pêşwazîkirin.
Pêvajoya birina hejmareke din jî dê heta sala 2027an berdewam bike.
Berdevk ji Rûdawê re got:
"Kanada xwedî dîrokeke dirêj û serbilind e di parastina wan kesên ku li cîhanê metirsî li ser wan heye.
Ew dê berdewam be li ser dabînkirina parastinê bi rêya bicihanîna wan kesên ku pêwîstiya wan pê heye."
Wezareta Penaberan a Kanadayê amaje pê kir ku welatê wan pêşwazî li zêdetirî hezar û 400 Kurdên Êzidî û rizgariyên destê DAIŞê kiriye.
Di nav wan de jin û zarokên Kurdên Êzidî di rêza yekem a wan kesan de bûn ku wekî komeke bêderfet û di bin gefê de alîkariya wan hatiye kirin.
Li ser yekkirina malbatên Êzidî, wezaretê eşkere kir ku 1ê Kanûna Pêşîn a 2023yan siyaseteke giştî ya demkî ketiye warê bicihanînê.
Armanca vê siyasetê yekkirina wan Kurdên Êzidî bû ku berê li Kanadayê hatibûn bicihkirin bi malbatên wan ên li Başûrê Kurdistanê re.
Wezareta Penaberan a Kanadayê eşkere kir ku di çarçoveya vê siyasetê de 400 daxwaz qebûl kirine.
Niha wergirtina daxwazên nû hatiye rawestandin lê pêvajoya birêvebirina wan daxwazên ku li cem wan in berdewam dike û tê çaverêkirin ku heta salên 2026-2027an welatiyên nû bi wê rêyê bigihêjin Kanadayê.
Heyder Husên Eso çalakvanekî Kurd ê Êzidî ye li bajarê Ontaryoyê yê Kanadayê û ji sala 2009an ve li wî welatî dijî.
Heyder Husên Eso ji Rûdawê re ragihand:
"Em ji bo alîkariya wan Êzidiyên ku tên Kanadayê ji sala 2014an ve em bi Êzidiyên din re dixebitin.
Beşek ji wan pêwîstiya wan bi alîkariya derûnî û tenduristiyê hebû."
Heyder Husên Eso her wiha amaje pê kir:
"Alîkariya tenduristiyê pêşkêşî 140 Êzidiyan kirine ku bandora derûnî ya êrişên DAIŞê li ser wan hebûye."
Belçîka: Naskirina komkujiyê têrê nake û divê tawanbar werin cezakirin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê bi nêzîkbûna salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî ji Rûdawê re ragihand ku tenê bibîranîna tawanê têrê nake, divê gavên pratîk ji bo dîtina windayan û cezakirina encamderên wan tawanên "hovane" werin avêtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê got:
"Parlamentoya welatê me sala 2021ê bi fermî ew komkujiya ku li hemberî Êzidiyan hat kirin wekî cenosîd nas kir."
Berdevk her wiha anî ziman ku Belçîka di wê baweriyê de ye ku piştî derbasbûna 12 salan di ser wê karesatê re, hîn birîn nehatine kewandin.
Çimkî gelek malbat hîn çarenivîsa xizmên xwe nizanin û koçberî berdewam dike.
Belçîka tekez dike ku "divê bibîranîn bi xebatê re be", ev jî bi rêya "zanîna çarenivîsa windayan, dabînkirina lêpirsînê û parastina mîrateya Êzidiyan" dibe.
Di vê çarçoveyê de, dadgehên Belçîkayê çend kes bi tohmeta tawana li dijî mirovahiyê û cenosîda li dijî Êzidiyan ceza kirine, wekî gavekê ji bo dabînkirina dadperweriya cîhanî.
Tedawiya derûnî ya ji bo rizgariyan a li Belçîkayê
Yek ji mijarên herî sereke, tedawiya derûnî ye ji bo wan kesên ku di destê DAIŞê de bûn.
Li gorî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê, dibe ku kesên ku hatine rizgarkirin rastî travmayeke derûnî ya kûr û demdirêj hatibin.
Li wî welatî, hemû ew Kurdên Êzidî yên ku mafê penaberiyê wergirtine, dikarin xwe bigihînin sîstema tenduristiyê û xizmetguzariyên derûnî.
Hikûmeta Belçîkayê tekez dike ku agahiyên bijîşkî yên van kesan bi dizî tên parastin û bi rûmet û rêzeke mezin miamele bi wan kesan re tê kirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê dibêje, Kurdên Êzidî mînaka berxwedanê ne, çimkî piştî wê hemû çewisandinê karîbûne jiyana xwe ava bikin.
Wî amaje pê kir ku niha Kurdên Êzidî yên li Belçîkayê di warên kar, perwerde û bazirganiyê de kesên çalak in.
Her wiha rêxistinên wan jî roleke girîng di hişyarkirina cîhanê ya li ser tawanên DAIŞê û parastina mafê kêmîneyên olî de dilîzin.
Nirxandina rola Herêma Kurdistanê ya ji nêrîna Belçîkayê ve
Di beşeke din a axaftina xwe de berdevk amaje bi rola girîng a Herêma Kurdistanê ya di mazûvaniya Kurdên Êzidî de kir.
Li gorî Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ya li Herêma Kurdistanê, hejmara koçberên Êzidî yên ku niha li kampên Herêma Kurdistanê dijîn 135 hezar û 860 kes e lê hejmara koçberên ku li deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê dijîn 189 hezar û 337 koçber in.
Belçîka destxweşiyê li hewldanên saziyên Herêma Kurdistanê dike ji bo piştgiriya rizgariyan lê di heman demê de hişyariyê dide ku rewş li Şingalê hîn gelekî zehmet e.
Belçîka di wê baweriyê de ye ku pirsgirêka windayan û avakirina herêmên zererdîtî pêwîstî bi hewldanên berdewam û hevahengiyeke kûrtir heye di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî de.
Belçîka ducare dike ku di çarçoveya pêwendiyên fermî yên bi Îraqê re de, diyaloga wê ya berdewam bi Herêma Kurdistanê re ji bo vê mebestê heye.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê: Em ji bo cezakirina encamderên tawanê dixebitin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê ji Rûdawê re ragihand ku piştî derbasbûna zêdetirî 10 salan di ser wê êşa mezin a ku ji ber tawanên hovane yên rêxistina DAIŞê bi pêsîra civaka Êzidî girtiye re, ew bi tundî û bêyî ti gumanan wan binpêkirinên metirsîdar ên yasayên navneteweyî şermezar dikin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê dibêje, Swîsre bi awayê herî tund wan tawanan şermezar dike û got:
"Di asta dualî û piralî de jî tekezî li ser cezakirina wan kesan dike ku berpirs in ji wan tawanên ku li Sûriye û Îraqê hatine kirin."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê amaje pê kir ku balyozê welatê wan ê li Bexdayê di pêwendiyeke berdewam de ye bi civaka Êzidî re û diyar kir:
"Gotûbêjeke wî ya rêkûpêk bi wan berpirsên Îraqî re heye ku berpirs in ji kar û barên Êzidiyan."
Wezareta Karên Derve ya Holendayê: Em ji bo cezakirina tawanbarên cenosîda Êzidiyan dixebitin
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Holendayê ji Rûdawê re ragihand ku qurbanî û rizgariyên cenosîda Kurdên Êzidî hêjayî her cure piştgiriyê ne.
Welatê wan jî ji bo ku tawanbar rûbirûyî dadgehê werin kirin dixebite û cezayê dadperwerane wergirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Holendayê doh di bersiva pirsên Edîtorê Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa de ragihand:
"Holenda dê alîkar be di pêvajoya darizandina encamderên tawanên li dijî Êzidiyan de.
Armanc dabînkirina dadperweriyê û piştrastbûna ji wê yekê ye ku ew tawana metirsîdar bê ceza derbas nabe."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Holendayê amaje pê kir ku ew tekezî li ser dabînkirina alîkariyê ji bo civaka Êzidî dikin.
Ev jî bi rêya çendîn bernameyên taybet ên li Şingalê û deverên din pêk tê.
Li ser hevahengiyên wan ên bi Herêma Kurdistanê re, Wezareta Karên Derve ya Holendayê eşkere kir ku pêwendiyeke wan a berdewam û rêkûpêk bi desthilatdarên Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re heye.
Pirsgirêka rewşa civaka Êzidî mijareke sereke ya gotûbêjên wan e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Holendayê tekez kir ku ji bilî pêwendiyên fermî, ew bi civaka Êzidî ya li Holenda û Îraqê û her wiha bi rêxistinên nefermî re jî di nav pêwendiyê de ne.
Ev jî ji bo wê yekê ye ku karibin nêrîn û pêwîstiyên qurbanî û rizgariyan li ber çavan bigirin ji bo gavên piştgiriyê ku diavêjin.
Husên Qaîdî: Em dê di lêgerînê de berdewam bin
Birêvebirê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê Husên Qaîdî ku ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye, ji Rûdawê re ragihand ku bi ferman û rênimayên rasterast ên Serok Nêçîrvan Barzanî, pêvajoya lêgerîn û rizgarkirina Kurdên Êzidî yên revandî berdewam dike.
Husên Qaîdî tekez kir, "Heta ku revandiyek jî bimîne, em dê di hewldanên xwe de berdewam bin."
Husên Qaîdî di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de amarên nû yên revandiyan eşkere kirin.
Wî ragihand ku ji destpêka cenosîdê ya sala 2014an ve, Ofîsa wan karîbûye navê 6 hezar û 417 revandiyan tomar bike ku di nav wan de jin, zarok û mêr hebûn.
Wî amaje pê kir, "Ji wê demê ve heta îro, 3 hezar û 595 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û vegeriyane nav malbatên xwe."
Birêvebirê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan hişyarî da ku piştî 12 salan, hîn zêdetirî 2 hezar û 500 Êzidî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Wî rexne li Hikûmeta Federal a Îraqê jî girtin ku "wekî pêwîst xwe nekiriye xwediyê vê dosyeyê".
Wî got, heta niha Îraq nebûye endama Peymana Romayê da ku karibe di asta navneteweyî de li ser vê dosyeyê bixebite.
Her wiha gelek gorên bikom li başûrê Şingalê hene ku heta niha nehatine vekirin.
Husên Qaîdî li ser rewşa mirovî ya koçberan amaje pê kir ku piştî sala 2018an, piraniya rêxistinên navneteweyî û rêxistinên nefermî ji Herêma Kurdistanê çûne ji ber ku wan wisa dizanî rewş asayî bûye.
Lê wî got, "Gelek kesên me hîn di bin konan de ne û 12 sal in konên wan nehatine guhertin. Ew havînan ji ber germahiyê û zivistanan ji ber sermayê dinalin û pêwîstiya wan bi alîkariya berdewam heye."
Husên Qaîdî di beşeke din a axaftina xwe de qala hewldanên yasayî kir ji bo naskirina cenosîdê di asta cîhanî de.
Wî ragihand ku bi hevahengiya rêxistina UNITAD û Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi hezaran belgeyên vîdeoyî û nivîskî bi şêweyê dîjîtalî û li gorî standartên navneteweyî hatine amadekirin.
Husên Qaîdî her wiha da zanîn:
"Armanca me ew e ku tawanbar werin cezakirin, mexdûr werin tazmînkirin û garantiyeke navneteweyî hebe da ku ev karesat careke din ducare nebe."
3yê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrişî Şingalê û derdora wê kir.
Di encamê de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran kes jî hatin revandin.



