Hewlêr (Rûdaw) - Li Ewropayê di nava hefteyekê de 3 ciwanên Kurd mirin.
Hat diyarkirin ku ji wan ciwanan yek li Fransayê ji ber serma û vîrusekê miriye.
Ciwanekî din ji ber krîza dil miriye û ciwanê sêyem jî hatiye kuştin.
Çalakvanê mafên koçberan ê li Ewropayê Renc Peşderî îro ji Rûdawê re axivî û got:
"Vê hefteyê 3 ciwanên koçber mirin. Navê yekî ji wan Şivan Îsmaîl Xelîl e. Ew ji Ranyayê ye û sala 2006an ji dayîk bûye."
Renc Peşderî da zanîn ku Şivan di ser Lîbyayê re derbasî Fransayê bûye.
Dema ku li Fransayê di nav daristanê de bûye ji ber sermayê û baranê wî vîrus girtiye.
10 rojan di nexweşxaneyê de ma
Li gorî gotina Renc Peşderî, Şivan Îsmaîl li bajarê Lilleyê yê Fransayê 10 rojan li nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkan de ma.
Lê ji ber ku ew dereng rakirine nexweşxaneyê, vîrusê zerereke mezin daye wî.
Şivan şeva borî saet 00:00an miriye.
Renc Peşderî li ser her du ciwanên din jî agahî dan û got:
“Ji wan ciwanan yek ji Dihokê ye. Navê wî Bîjar Fazil Bakûzî ye û ji devera Doskiyan a Dihokê ye. Wî ji ber krîza dil canê xwe ji dest da. Hîn haya malbata wî ji mirina wî nîne."
Peşderî eşkere kir ku ciwanê sêyem jî hatiye kuştin lê heta niha li ser nasname û sedema kuştina wî agahiyên berfireh nînin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê axivî
Renc Peşderî her wiha da zanîn ku ji bo ku termê Şivan Îsmaîl ji malbata wî ya li Ranyayê re were şandin divê rêbazên qanûnî werin pêkanîn û got:
“Em ji bo vê yekê bi Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê re di nav pêwendiyê de ne. Wan jî diyar kir ku ew ji bo her cure alîkariyê amade ne.”
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Fransayê Elî Dolemerî jî ji Rûdawê re axivî û got:
“Haya me ji van bûyeran heye lê ji bo derxistina belgeyên mirinê pêwîstiya me bi demê heye. Piştî wê em dê terman bişînin. Malbatên wan jî bi me re di nav pêwendiyê de ne.”
Rêya mirinê
Rêyên koça neyasayî ya ber bi Ewropayê ve bi taybetî di ser Lîbya, Fransa û daristanên Belarusê re derbas dibin.
Ev rêwîtî dibin sedem ku her sal bi dehan ciwanên Kurd canê xwe ji dest bidin.
Koçberên ku li Fransayê di nav daristanan de dimînin di şertên tenduristiyê yên gelekî xerab de dijîn.
Ew ji ber sermayê û nebûna cihê manê nexweş dikevin.
Gelek caran beriya ku di ser Kanala Manşê re derbasî Îngilistanê bibin ew bi nexweşiyên kujer dikevin.



