Hewlêr (Rûdaw) - Li Tokyoya paytexta Japonyayê, sepana hevnasînê ya bi piştgiriya hişê çêkirî ku ji aliyê şaredariyê ve hatiye bipêşxistin, di nava 2 salan de 265 cot zewicandin.
Her wiha 760 cotên ku vê sepanê bi kar tînin jî di pêwendiyeke cidî de ne.
Li gorî nûçeya DWyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Tokyoyê ji bo rûbirûbûna rêjeya kêm a jidayîkbûnê sepana "TOKYO Enmusubi" Îlona 2024an da destpêkirin.
Li gorî amarên ku şaredariyê eşkere kirine, heta 30ê Hezîranê 760 cotên ku bi rêya vê sepanê hev nas kirine, ragihandiye ku ew di nava "pêwendiyeke cidî" de ne.
Ev proje piştî lêkolînekê hat destpêkirin ku tê de diyar bûbû ku ji sedî 70yê kesên dixwazin bizewicin, ji bo peydakirina hevalekî/ê qet hewlên berbiçav nadin.
Hejmara bikarhênerên tomarkirî yên sepanê nîvê salê gihîşt 16 hezar kesan.
Sepan bi alîkariya hişê çêkirî bikarhêneran li gorî hevahengiya wan a zêde “match” dike.
'Min wekî derfeta dawî didît'
Birêvebiriya Tokyoyê tecrubeya jineke ku bi saya vê sepanê hevjînê xwe nas kiriye jî parve kir.
Jina ku navê bi dizî "Turtle" bi kar tîne, diyar kir ku dema ew nêzîkî 40 saliya xwe bûye, wê ev sepan wekî "derfeta dawî" dîtiye.
Turtleyê da zanîn ku piştî çend hevdîtinan, dawiya Tebaxê bi kesê ku niha hevjînê wê ye re hev dîtiye û nîvê Îlonê dest bi pêwendiyeke cidî kiriye.
Her wiha wê got ku Kanûna Pêşîn a heman salê pêşniyara zewacê qebûl kiriye.
Pispor balê dikişînin ser kêmbûna nifûsê û rêjeya jidayikbûnê ya li Japonyayê.
Ji ber vê yekê birêvebiriya navendî û birêvebiriyên xwecihî salên dawî piştgiriya projeyên ji bo teşwîqkirina zewacê û avakirina malbatê dikin.
Japonya ev demeke dirêj e bi pirsgirêka rêjeya kêm a jidayîkbûnê û pîr û kalbûna nifûsê re têdikoşe.
Li wî welatî rêjeya jidayîkbûnê sala 2025an ji bo her jinekê daket asta 1,14an ku ev nizm e.
Par li Japonyayê 671 hezar û 236 zarok ji dayîk bûn lê di heman demê de nêzîkî 1,6 milyon kes jî mirin.
Bi vî awayî hejmara miriyan ji ya jidayîkbûnan 2 qat zêdetir bû.



