Hewlêr (Rûdaw) - Li Ermenistanê piştî ku rûniştina ewil a parlamentoya nû dest pê kir hikûmetê li gorî destûrê îstifa kir.
Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi zindî daxuyaniyek da.
Nikol Paşinyan ragihand ku rûniştina ewil a Meclîsa Neteweyî îro dest pê kiriye.
Paşinyan da zanîn ku li gorî destûrê hikûmetê îstifaya xwe pêşkêşî Serokkomar Vahagn Haçaturyan kiriye.
Heta hikûmeta nû kabîneya niha dê li ser kar be
Paşinyan diyar kir ku ew dê di nava rojê de nameya îstifayê îmze bike û bigihîne Serokkomar.
Wî her wiha anî zimên ku dê Serokkomar jî li gorî destûrê wê îstifayê qebûl bike.
Serokwezîr destnîşan kir ku heta hikûmeta nû were avakirin dê kabîneya niha li ser kar be.
Namzedê nû yê serokwezîriyê dê were diyarkirin
Paşinyan eşkere kir ku dê piraniya parlamentoyê îro namzedê serokwezîriyê nîşan bide.
Bi gotina wî pişt re jî dê qonaxa diyarkirina serokwezîrê nû dest pê bike.
Serokkomariyê jî pişt re bi biryarnameyekê eşkere kir ku îstifaya hikûmetê hatiye qebûlkirin.
Di hilbijartinên parlamentoyê yên Ermenistanê de Partiya Peymana Sivîl a bi serokatiya Paşinyan ji parlamentoya ku 105 kursiyên wê hene 61 parlamenter derxistibûn.
Bi vî awayî partiya wî bi tena serê xwe piraniya parlamentoyê bi dest xistibû.



