Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Kurd ê Parlamentoya Rûsyayê Yurî Nabiyev bi minasebeta salvegera 12an a êrişa DAIŞê ya li Şingalê û Komkujiya Êzidiyan peyamek belav kir û got, “Paşeroja Êzidiyan bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.”
Yurî Nabiyev di peyama xwe de da zanîn ku tawanên li dijî Êzidiyan nayên jibîrkirin û divê sûcdar werin cezakirin.
Nabiyev anî zimên ku 3yê Tebaxa 2014an cîhan bû şahidê yek ji tawanên herî metirsîdar ên serdema me û got:
“Çekdarên DAIŞê komkujî kirin. Wan bi hezaran jin û zarok kirin kole. Wan perestgehên olî yên kevnar wêran kirin. Ev hewleke plankirî bû ji bo ku civaka Êzidî bi temamî were tunekirin.”
Nabiyev destnîşan kir ku ew êş û tirs ti carî ji bîra wî naçe.
Yurî Nabiyev da zanîn ku Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê jî ji vê trajediyê dûr nemane.
Nabiyev ragihand ku wan nikarîbû tenê temaşe bikin ku xwişk û birayên wan tên kuştin.
Namzedê Kurd ê Parlamentoya Rûsyayê li ser gavên xwe yên wê demê wiha axivî:
“Sala 2014an min bi nameyeke fermî serî li Xizmeta Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) da. Min xwest ku ji bo destnîşankirin û girtina terorîstan hemû gavên pêwîst werin avêtin.
Mixabin di nav wan terorîstên ku beşdarî komkujiyê bûbûn de welatiyên Rûsyayê jî hebûn. FSByê di bersiva xwe de got ku dê hemû gavên pêwîst werin avêtin.”
“Di tawanên terorê de demborîbûn nîne”
Nabiyev bi bîr xist ku gelek sal di ser komkujiya re derbas bûne lê divê ev tawan neyê jibîrkirin.
Li gorî gotina Nabiyev, di yasayên Rûsyayê de ji bo tawanên terorê demborîbûna yasayî nîne.
Wî li ser cezakirina sûcdaran ev peyam da:
“Çend sal derbas bibin jî dê ew kesên ku beşdarî tawanên li dijî Êzidiyan bûne werin cezakirin. Sepandina cezayan neçariyek e. Ev ne tenê hêviyek e, di heman demê de prensîba dewleta hiqûqê ye.”
“Paşeroja Êzidiyan bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye”
Yurî Nabiyev di dawiya daxuyaniya xwe de bangî Kurdên Êzidî kir û got:
“Êzidiyên hêja! Em perçeyekî girîng ê neteweya mezin a Kurd in. Paşeroja Êzidiyên Îraqê bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye. Herêma Kurdistanê welatê me yê dîrokî ye. Divê em kokên xwe ji bîr nekin, alîkariya hev bikin û ji bo rastiyê bixebitin.
Bizanin, li Rûsyayê Kurdekî Êzidî heye ku dê li gorî yasayan û hiqûqa navneteweyî mafên we biparêze. Heta ku ji destê min bê û hêza min hebe ez dê vê yekê bikim. Divê ti tawaneke li dijî gelê me neyê jibîrkirin.”



