Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Moskowê ya Rûsyayê di êrişeke bi dronan de 5 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Parêzgarê Herêma Moskowê Andrey Vorobyov bi rêya hesabê xwe yê Telegramê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Vorobyov ragihand ku sibeha îro tîmên parastina asmanî li herêma Moskowê êrişeke bi dronan têk biriye.
Hat diyarkirin ku zererên herî giran li navçeya Çekhovê çêbûne.
Andrey Vorobyov piştrast kir ku dronan li qada pîşesaziyê ya Novosyolkiyê li çend cihan agir derxistiye.
Tîmên agirvemirandinê agirê depoyeke mezin vemirandiye lê hat zanîn ku santraleke karebayê û avahiyeke îdarî zerer dîtiye.
Li gundê Solnyşkovoyê jî parçeyên dronan ketine ser xaniyekî û otomobîlekê lê li wê derê ti kes nemiriye.
Parêzgarê Moskowê eşkere kir ku artêşa Rûsyayê li navçeyên Volokolamsk, Klîn, Çekhov û Serebryano-Prudskiyê parastina li dijî dronan didomîne.
Hikûmeta Kîevê heta niha li ser vê operasyona şevê ti daxuyaniya fermî nedaye.


