Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Kîeva paytexta Ukraynayê Vitaliy Kliçko ragihand ku bajar ji demjimêr 01:33yan ve (bi dema herêmî) di bin êrişa mûşekên balîstîk de ye.
Vitaliy Kliçko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku artêşa Rûsyayê bi mûşekên balîstîk êrişî Kîevê kiriye.
Kliçko eşkere kir ku êrişê derdora saet 01:33yan dest pê kiriye û li gelek herêmên bajêr agir derketiye.
Serokê Şaredariyê destnîşan kir ku li du taxên cuda yên Kîevê hinek depoyan zerer dîtiye û got:
"Her wiha li taxa Golosiyivskiyê, ji ber lêdana avahiya kargehekê rijîna amonyakê çêbûye. Tîmên rewşa awarte diçin wan herêman."
Mirî û birîndar hene
Vitaliy Kliçko da zanîn ku êriş berdewam dike û bangî şêniyên bajêr kir ku herin stargehan.
Wî di daxuyaniyeke din de eşkere kir ku di van êrişan de 14 kes mirine û 27 kes jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Kargêriya Leşkerî ya Kîevê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Di vê daxuyaniyê de dat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê berdewam dikin.


