Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şebwayê ya li başûrê Yemenê di êrişeke Hûsiyan de 2 leşker mirin û 7 leşker jî birîndar bûn.
Malpera nûçeyan a Sama Adanê ragihand ku hêzên Hûsiyan pêgehên hikûmetê yên li Şebwayê topbaran kirine.
Li ser hûrgiliyên bûyerê agahiyên zêdetir nehatin dayîn.
Zêdebûna aloziyan
Divê were gotin ku aloziyên di navbera hikûmeta Yemenê ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin û Hûsiyan de zêde bûne.
Ji meha borî ve li gelek eniyên Yemenê şer û pevçûn gurtir bûne.
Di van pevçûnan de ji her du aliyan bi dehan kes mirine û birîndar bûne.
Rewşa giştî ya Yemenê
Li Yemenê piştî nêzîkî 12 salên şer, ji Nîsana 2022yan ve aramiyeke rêjeyî hebû.
Şerê li Yemenê yê di navbera hêzên hikûmetê û Hûsiyan de berdewam dike.
Koalîsyona bi serkêşiya Erebistana Siûdî piştgiriyê dide hêzên hikûmetê.
Hûsiyên ku Îran piştgiriyê dide wan sala 2014an Senaya paytext û beşeke mezin a welêt xistibûn bin kontrola xwe.



.jpg&w=3840&q=75)