کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Trump: Ez ji ber gefan bi balafireke cuda ji Tirkiyeyê derketim

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

12-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran12-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji ber gefan bi balafireke cuda ji Tirkiyeyê derketiye.

Donald Trump dema ku ji Ohioyê vedigeriya Washingtonê bersiv da pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê.

Trump got ku ew di mijara dan û standinan de baweriya xwe bi Îranê nayîne û got, "Kesê herî dawî yê ku baweriyê bi Îranê bîne ez im. Wan her tim derew li min kirin."

Trump destnîşan kir ku Îranê di dema dan û standinan de gelek caran derew li wan kirine û got:

"Ez baweriya xwe bi Îranê nayînim. Çima hûn wekî ku ez ji wan bawer dikim diaxivin? Ez kesê herî dawî me ku baweriyê bi Îranê bînim. Wan her tim derew li min kirine."

“Hurmiz a me ye”

Trump got ku Tengava Hurmizê bi temamî di bin kontrola Hêza Deryayî ya Amerîkayê de ye û got:

"Niha li ser Tengava Hurmizê kontrola me ya tam heye. Kontrol ne di destê wan de ye, kontrola tam di destê me de ye. Ew der ya me ye."

Ewlehî û balafira cuda

Li hêla din, Trump ew nûçe piştrast kirin ku meha borî dema piştî Lûtkeya NATOyê ji Tirkiyeyê derdiket balafira xwe guhertiye.

Hatibû angaştkirin ku Saziya Ewlehiya Taybet (Secret Service) ji ber "dilgiraniyên ewlehiyê" xwestiye ku Trump balafireke din bi kar bîne.

Trump li ser vê mijarê got:

"Ev yek bi temamî bi Saziya Ewlehiya Taybet ve girêdayî ye. Ew çi bibêjin ez li gorî wê dikim.

Loma ez li gorî rênimayên Saziya Ewlehiya Taybet û artêşê tevgeriyam.

Wan ji min xwest ku ez bi balafireke cuda herim ku ew jî ji bo ewlehiyê vebijêrkek bû."

“Gelek gef hene”

Trump diyar kir ku ji gelek cihan gefên cuda li wî tên xwarin û anî zimên:

"Wan xwest ez vê bikim, min jî kir. Ew çi bibêjin ez wê dikim.

Bi baweriya min gefek hebû. Min li ser vê mijarê zêde pirs nekirin. Gelek gef li min tên xwarin."

Pirsên