Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washingtonê kontrola Tengava Hurmizê bi temamî di destê wan de ye û got, “Ez difikirim ku em dê vê kontrolê di destê xwe de bigirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyanî da.
Trump dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li herêmê wekî "dîwarekî ji pola" pênase kir.
Wî peyam da ku hêzên Amerîkayê dê hebûna xwe ya li wî rêyê avê yê stratejîk bidomînin û got:
"Kontrola Tengava Hurmizê bi temamî di destê Amerîkayê de ye. Tiştekî ku Îran li hemberî vê rewşê bikare bike nîne."
"Supaya Pasdaran direve"
Trump di daxuyaniya xwe de qala rewşa leşkerî û aborî ya Îranê jî kir.
Wî got ku kapasîteya leşkerî ya Tehranê hatiye bêbandorkirin.
Serokê Amerîkayê îdia kir ku Supaya Pasdaran a Îranê "derbeyeke mezin xwariye û direve".
Trump destnîşan kir ku aboriya Îranê jî li ber rûxînê ye.
"Êdî ne zordarê Rojhilata Navîn in"
Trump bal kişand ser krîza aborî ya li Îranê û got:
"Tiştê ku di destê wan de heye tenê nûçeyên derewîn û enflasyona ku digihîje ji sedî 300î ye. Her wiha rewş her ku diçe xirabtir dibe!
Îran tenê diaxive, ti kiryar tunin. Êdî ne zordarê Rojhilata Navîn in."



.webp&w=3840&q=75)