Hewlêr (Rûdaw) - Marco Rubio ragihand ku welatînameya Amerîkayê "ne ji bo firotinê ye" û diyar kir ku wan tenê di nava mehekê de vîzeya zêdetirî 600 biyaniyan betal kiriye.
Ev yek di çarçoveya pêngaveke nû ya birêvebiriya Donald Trump a ji bo jihevxistina torên "geştyariya jidayîkbûnê" de hat kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser Xê ragihand ku Wezareta Karên Derve bi navê "Rêgiriya Geştyariya Jidayîkbûnê" jûreke operasyonê ava kiriye.
Armanc ew e ku rê li ber wan biyaniyan bê girtin ku bi rêya sextekarî û xapandina sîstema vîzeyê diçin Amerîkayê tenê ji bo ku zarokên wan nasnameya wî welatî wergirin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got:
"Tor ji binpêkirina qanûnên Amerîkayê qezencê dikin.
Ew ji bo sextekariyê rêberiya biyaniyan dikin, cihê mayînê dabîn dikin û heta belgeyên sexte jî çêdikin.
Tenê di nava mehekê de, li seranserî cîhanê vîzeya zêdetirî 600 biyaniyan hatiye betalkirin."
Fermanên nû yên Trump
Ev pêngava nû piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump 6ê Tebaxê 2 fermanên nû îmze kirin ku wekî dorpêçkirineke qanûnî tên dîtin.
Dadgeha Bilind a Amerîkayê 30yê Hezîranê bi piraniya 6 dengan li hemberî 3 dengan, hewleke berê ya îdareya wî ya ji bo betalkirina welatîbûna jidayîkbûnê ya ji bo koçberên neyasayî red kiribû.
Li gorî fermanên nû, rê li ber dayîna welatîbûnê tê girtin ji bo wan zarokên ku ji dayîk û bavekî ser bi van sê beşan ji dayîk dibin:
1- Karmendên hikûmetên biyanî û balyozxaneyan.
2- Ew kesên ku Washington wan wekî "dijminên biyanî" yan jî endamên komên tundrew dabeş dike.
3- Ew kesên ku di çarçoveya geşteke bazirganî de û tenê bi mebesta zarokanînê çûne axa Amerîkayê.
Di heman demê de, rênimayî dane efserên konsulxaneyan ku vîzeya geştyariyê ya her kesekî red bikin eger guman hebe ku mebesta sereke ya geşta wî jidayîkbûna zarokan a li Amerîkayê ye.
Bertekên rêxistinan
Van biryaran yekser bertekên rêxistinan li pey xwe anîn.
Yekîtiya Azadiyên Sivîl a Amerîkayê (ACLU) 11ê Tebaxê li dadgeheke federal a eyaleta New Hampshireyê li dijî van fermanan gilî tomar kir.
Rêxistinê ragihand ku ev hewl binpêkirina destûrê û sererastkirina 14an a Amerîkayê ne û dibin sedema cudakarî û pişkinîna neguncav a wan jinên ku dixwazin geştê bikin.
Îdareya Trump tekez dike ku ev rêkar ji bo parastina "pîroziya welatîbûna Amerîkî" pêwîst in.
Li gorî Navenda Lêkolînan a Pewyê, salane nêzîkî 250 hezar heta 300 hezar zarok ji dayîk û bavên koçber ên bêbelge li Amerîkayê ji dayîk dibin.
Eger ev hejmar bi jidayîkbûyên hilgirên vîzeya demkî ya demdirêj re werin komkirin, jidayîkbûyên van her du koman nêzîkî ji sedî 9ê koma giştî ya jidayîkbûnan a li Amerîkayê pêk tînin.



.webp&w=3840&q=75)