New York (Rûdaw) – Rê li ber xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Tawakkol Karmanê hat girtin ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî biaxive.
Tawakkol Karman ji aliyê Danîmarkayê ve hatibû vexwendin ku vê mehê serokatiya Konseya Ewlehiyê dike.
Civîn li ser krîza Yemenê bû ku rastî karesateke mirovî ya mezin hatiye û bandoreke mezin li aboriya cîhanê jî dike.
Koordînatorê Ajansa Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher li ser rewşa Yemenê got:
"Zêdetirî 10 salan e ev nakokî berdewam dike.
Bi milyonan Yemenî rojane neçar in di navbera bijardeyên dijwar de hilbijartinekê bikin, xwarin an derman, xwendin an kar, mayîn an koçberî."
Piştî bi dawîbûna civînê, Tawakkol Karman bi piştgiriya balyozê Danîmarkayê ji rojnamegeran re axivî.
Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula jê pirsî: "Tu dikarî navê wan welatan bibêjî ku rê neda tu li Konseya Ewlehiyê biaxivî? Heke na, çima?"
Tawakkol Karmanê wiha bersiv da:
"Bi rastî ez nizanim. Navê wan welatan nizanim ku rê neda ez li Konseya Ewlehiyê biaxivim û naxwazim bizanim jî.
Ew kî ne? Ew in ku ji dengê min ditirsin û ew in ku li Yemenê sûc kirine."
Tawanbarkirina Hûsiyan û Erebistana Siûdî
Tawakkol Karmanê Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike wekî berpirsyarên sereke yên xirabbûna rewşa Yemenê pênase kirin û wê her wiha Erebistana Siûdî jî bi kûrkirina krîzê tawanbar kir.
Tawakkol Karmanê got:
"Hûsî berpirsyarên sereke yên hilweşîna dewletê ne.
Wan sala 2014an dest danî ser Senayê û pêvajoya veguhastinê ji nav bir.
Ji wê demê ve saziyên dewletê hildiweşînin.
Di heman demê de destwerdana hevpeymaniya bi serokatiya Erebistana Siûdî û destwerdana Îmaratê, hikûmeta fermî lawaz kiriye û dubendî kûrtir kiriye."
Rola Tirkiyeyê ya li Deryaya Sor
Karmanê di bersiva pirseke din a Rûdawê de hevkariya Tirkiyeyê ya li gel Erebistana Siûdî bi germî pêşwazî kir ji bo vegerandina ewlehiya keştîvaniyê ya li Deryaya Sor.
Yemen nêzîkî Bab el-Mendebê ye ku mîna Tengava Hurmizê deriyekî girîng ê keştîvaniya cîhanî ye û Hûsî êrişî wê dikin.
Namo Ebdula pirsî: "Nêrîna te ya li ser beşdariya Tirkiyeyê ya di hevpeymaniya bi serokatiya Erebistana Siûdî de çi ye ku ji bo vegerandina azadiya keştîvaniyê ya li Deryaya Sor hatiye avakirin?"
Tawakkol Karmanê wiha bersiv da:
"Belê, li ser Tirkiyeyê û hevpeymaniya di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de, em bi germî vê hevpeymaniyê pêşwazî dikin.
Em dixwazin ev hevpeymanî ji bo gelek welatên din jî were berfirehkirin.
Çimkî tiştê ku li Deryaya Sor û li herêmê diqewime, pêdiviya wê bi hemû gelên Ereb, Misilman û welatên herêmê heye ku hevpeymaniyên bi vî rengî ava bikin."
Navê wan welatan bi fermî nehat eşkerekirin ku li dijî axaftina Karmanê derketine lê li gorî daxuyaniyên wê, hinek çavdêr gihîştine encamên xwe ka ew welat kî ne.

.webp&w=3840&q=75)
